WAN - Nûnerên partiyên siyasî yên Wanê, anî ziman ku sedema krîza aborîji be rpolîtîkayên şer ên ê hikûmetê ye û ji bo çareseriyê jî pergaleke demokratîk pêşniyar kirin.
Nerazîbûn bertekên ji bo krîza aborî didomin. Nûnerên partiyên siyasî yên Wanê, bal kişandin ser bihabûna ceryan, gaza xwezayî û avê û ji bo çareseriyê pergaleke demokratîk pêşniyar kirin.
Serokê CHP'a Wanê Mehmet Kûrûkçû, destnîşan kir ku sedema mezin a krîza aborî nehilberîn e û bal kişand têkiliya di navbera demokrasî û hilberînê de. Kûrûkçû, got: "Demokrasî, bivênevê ye. Tu welatekî ku di warê demokrasiyê de pêş neketibe wê pêş ve neçe. Li welatên demokratîk, dahata serê ferdan zêde dibe, aramî zêde dibe û mirov dikarin fikrên xwe bînin ziman. Ev hemû di çarçoveyeke hiqûqî de pêk tê. Bivênevêya vê yekê ev e."
'HETA HILBERÎN ÇÊ NEBE...'
Kûrûkçû, anî ziman ku li Tirkiyeyê hilberîn nemaye û got: "Pirsgirêka me ya mezin jî ev e. Êdî bêyî îthalatê em nikarin hilberînê bikin. Ev jî dike ku hêzên serdest li Tirkiyeyê xwedîgotin bin. Em nîskan îthal dikin, em nokan îthal dikin. Em malên xam ên pîşesaziyê îthal dikin. Heger neyên fabrîke nikairn tiştekî bikin. Divê Tirkiye hilberîne. Heta hilberîn çê nebe wê krîza aborî jî neqede".
‘SEDEM POLÎTÎKAYA ŞER E'
Hevserokê HDP'a Wanê Okkeş Kava jî destnîşan kir ku sedema herî mezin a krîzê polîtîkayên şer in. Kava, got: "Çima ev qasî zemê dikin? Sedema vê polîtîkayên înkar û tunekirinê ne. Heger li welatekî nasnameyên cuda bên înkarkirin wê şer çê bibe. Heger welatek rabe ji sedî 50'î zêdetir budçeya xwe ji bo şer veqetîne, ji welatên kapîtalîst çek, bombeyan bikire helbet wê krîza aborî çê bibe. Binerin li kîjan welatî krîza aborî hebe li wir şer heye. Çimkî tu nîviyê dahata welat didî welatên kapîtalîst û bombeyan dikirî. Ev tişt zikê mirovan têr nakin. Heger tu wî pereyî ji bo welat xerc bikî, ji bo betal û kar xerc bikî, wê aramî jî çê bibe û wê krîza aborî jî tunebe. Wê çaxê wê mirov întihar jî nekin".
'WÊ TABELAYA AKP'Ê JÎ NEMÎNE'
Serokê Partiya Saadetê ya Wanê Ozay Îlhan jî êdî gel bi deynan deynê xwe dide. Îlhan, got: "Malbateke di xaniyekî 120 metrekareyî de dimîne, berê ji bo xwe germ bike 100-120 TL xerc dikir, lê niha 300-400 TL'yî xerc dike. Ev qa zem tên kirin û radibin ji bo zêdebûna meaşê kêm dibêjin zemeke mezin. Kesekî bi meaşê kêm dixebite herî kêm heqê kirêya wî 700 TL ye. Gava fatûreya gaza xwezayî 300 TL bê, gava bi ser de fatûreya ceryan û avê bê, wê çawa ji bo metbaxê xerc bike û heqê mesrefên dibistanê yên zaorkê xwe bide." Îlhan, bibîr xist ku di dawiya salên 1980'yî de li Trkiyeyê di dema Partiya Anavatanê de zem bûbûn tiştekî jirêzê, lê belê niha AKP jî bûye Partiya Anavatanê ay wê demê û got: "kesên duh bi awayekî cidî bûbûn îqtidar, niha tabelaya wna jî nemaye. Wê sibê tabelaya AKP'ê jî nemîne".
'SEDEMA KRÎZÊ POLÎTÎKAYA ÎQTÎDARÊ YE'
Serokê Partiya Mirov û Azadiyê ya Wanê Mûrat Kaçmaz jî got: "Li welat krîzeke mezin heye. Gava em li daneyên TUÎK'ê dinerin, em dibînin ku nerast e. Berekî ku em îro dikirin, mehek şûnde ne li gor daneyên TUÎK'ê ne. Gava em li fatûreyan dinerin em dibînin ku di nav salekê de ji sedî 70 zêde bûne. Ji ber zemên tên kirin li bajarê me jî gelek esnaf dikanên xwe girtine. Tenê sedemeke vê krîzê heye, ew jî polîtîkayên şaş ên îqtidarê ne.
MA / Cemîl Ûgûr