Di mafê hêviyê de berpirsiyarî ya hiqûqê ya yan ya siyasetê? DOSYA

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê, mijara mafê hêviyê di nîqaşeke "ka gelo divê ew bibe mijareke siyasetê an hiqûqê" de tê asêkirin. Muhleta ku ji Tirkiyeyê re der barê vî mafê gerdûnî de hatiye veqetandin jî, çar meh şûnde temam dibe. 

Piştî rakirina cezayê darvekirinê li Tirkiyeyê, li şûna wê cezayê muebbedê yê girankirî hat danîn. Guhertineke qanûnî di Cotmeha 2001'ê de cezayê darvekirinê ji bilî "sûcên gefa şer û terorê" betal kir. Piştre, di Tebaxa 2002'yan de, cezayê darvekirinê ji bo hemû sûcan hat betalkirin ji bilî yên ku di dema şer an gefa şer de hatine kirin. Di sala 2001'ê de, cezayên darvekirinê ji bo sûcên ji bilî "sûcên terorê" hatin veguheztin bo cezayê muebbedê yê girankirî; di sala 2002'yan de, hemû cezayên darvekirinê hatin veguheztin bodcezayê muebbetê yê girankirî. Qanûna Hejmar 5218 a 14'ê Tîrmeha 2004'an, cezayê darvekirinê bi tevahî ji qanûnên Tirkiyeyê derxist. Bi vî awayî, cezayê muebbedê yê girankirî bû cezayê herî giran di pergala Tirkiyeyê de.
 
BERIYA 1999'AN
 
Rejîma înfazê ta heta hetayê ya girankirî di çarçoveya siyasî û qanûnî ya doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi awayekî normative hat pênasekirin. Di sala 1999'an de, dema ku Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, her çend cezayê darvekirinê nehatibû bicîhanîn jî, di pratîkê de, kes, tevî yên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, di bin yek darizandinê de ji 20 salan zêdetir di girtîgehê de nehatine girtin.
 
Cezayên herî zêde ji bo berdana bi şertî bi xala 19'an a Qanûna Înfazê ya Hejmar 647 a bi dîroka 13'ê Tîrmeha 1965'an û guhertina xala demkî ya Qanûna Hejmar 3267 a bi dîroka 11'ê Adara 1986'an ve hatine destnîşankirin. Li gorî van xalan: "Kesên ku bi biryara Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê ya ji bo nebicîhanîna cezayê wan ê mirinê, bêyî daxwazê ??jî bi şertî tên berdan, bi şertê ku 30 sal cezayê xwe temam kiribin, kesên ku cezayê hepsa muebedê li wan hatiye birîn, piştî 20 salan û kesên ku cezayên din ên ku azadiya kesane sînordar dikin li wan hatiye birîn, piştî ku nîvê cezayê xwe temam dikin, bi şertê ku li gorî rêziknameyan wekî xwedî reftarên baş werin hesibandin, tên berdan."
 
Di sala 1991'ê de, madeyên demkî li Qanûna Hejmar 3713 hatin zêdekirin ku tiştekî ku dikare wekî efûyeke qismî were binavkirin hat çêkirin. Li gorî madeya demkî 4, ji bo sûcên ku berî 8'ê Nîsana 1991'ê hatine kirin, cezayê darvekirinê ji bo girtiyên ku bi sûcên siyasî hatine tawanbarkirin daket 20 salan û cezayê hepsa heta hetayê daket 15 salan. Li gorî heman rêziknameyê, ji bo sûcên ku piştî 8'ê Nîsana 1991'ê hatine kirin, cezayê darvekirinê daket 36 salan û cezayê hepsa muebedê jî daket 30 salan.
 
MEWZÛATA TIRKIYEYÊ Û MAFÊ HÊVIYÊ
 
Li gorî madeya 107'an a Qanûna Înfazê ku demên berdana bi şert rêk dixe, ji bo cezayê muebedê yê girankirî divê 30 sal û ji bo gelek cezayên muebedê yên girankirî û demên zêde jî 36 sal cezayê girtîgehê were birîn. Lêbelê, Qanûna Înfazê ya Ceza mafê berdana bi şert ji bo "sûcên" wekî "sûcên li dijî ewlehiya dewletê", "sûcên li dijî rêziknameya destûra bingehîn û karê wê" û "sûcên li dijî parastina neteweyî" bi tevahî ji holê radike. Ev bend bûye sedema tunekirina mafê hêviyê.
 
Di serdemên piştre de, hin guhertin di qanûnên wekî Qanûna Ceza ya Tirkiyeyê û Qanûna Dijterorê ya Tirkiyeyê de hatin kirin. Bi vî awayî, kesên ku "cezayên mirinê" yên wan hatine guhertin bo girtina meuebdê û muebeda girankirî, sûdê ji berdan bi şertî nagirin. Ji bo van kesan bendaa "muebeda girankirî, heta hetayê berdewam dike" li qanûnê hat zêdekirin.
 
DMME DIBÊJE ÇI?
 
Bi vî awayî, mafê berdana şertî ya di bin mafê hêviyê de der barê "sûcên terorê" de hat betalkirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di vî warî de mudaxile dike. Biryara "Ocalan (Hejmar 2)" a DMME'yê destnîşan dike ku divê ev maf ji her kesî re were dayîn û nedayîna wê binpêkirina Xala 2'yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ku îşkenceyê qedexe dike pêk tîne. Wekî din, biryar biryarekê vedihewîne ku divê qanûnên Tirkiyeyê werin sererastkirin da ku bendên ji bo celebên diyarkirî yên "sûcan" tê de hebin.
 
Wekî alîyekî DMME'yê, Tirkiyeyê karbidestiya DMME'yê qebûl kiriye û biryarên DMME'yê ji bo Tirkiyeyê derbasdar in. A rast, xala 90'emîn a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ferz dike ku di rewşa nakokiyî ya di navbera bendên qanûnî û bendên peymaneke têkildarî maf û azadiyên bingehîn de, bendên peymanê dê serdest bin.
 
Mafê hêviyê li Tirkiyeyê piştî biryara DMME'yê ya 2014'an dest pê kir ku cezayê muebeda girankirî bêyî îhtîmala berdana şertî mafê wî binpê kiriye. DMME'yê biryarên wekhev der barê Emin Gurban, Hayati Kaytan û Civan Boltan de da.
 
Her çend Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heta niha di çar dozan de biryarên binpêkirinê der barê mafê hêviyê de daye jî, ev maf bandorê li hezaran girtiyên li Tirkiyeyê dike. Fatih Gungor, Cîgirê Rêveberê Giştî yê Girtîgeh û Navendên Ragirtinê, di 80'emîn rûniştina Komîteya Dijî Îşkenceyê de ku di navbera 16-18'ê Tîrmeha 2024'an de li Cenevreyê hat lidarxistin, axivî û diyar kir ku hejmara kesên ku cezayên muebbetê yên girankirî girtine ji sedî 1,24'ê tevahî nifûsa girtîgehan pêk tîne.
 
Lêbelê, eşkere ye ku ev nirxandin tenê kesên ku cezayên wan hatine birîn vedihewîne û yên di qonaxên lêpirsîn û dozgeriyê de nagire nav xwe; ji ber vê yekê, ew bandora giştî ya li seranserê welêt bi tevahî nîşan nade. Di encama vê rêjeyê de, rêxistinên civaka sivîl ên ku di vî warî de dixebitin texmîn dikin ku ev yek li Tirkiyeyê teaqbulî 4 hezar hikumxwaran dike. 
 
Pirsgirêka nebicîhanîna mafê hêviyê ku Tirkiyeyê heta niha wekî îstîsnayekê pêşkêş kiriye, bi van daneyan derdikeve holê ku qet îstîsna nîne, pirsgirêkeke giştî ya sîstemîk e ku bandorê li bi hezaran kesan dike.
 
BIRYARA DAWÎ YA KOMÎTEYÊ
 
Biryara DMME2yê ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hat şandin. Komîteyê di dîrokên cuda de muhlet da Tirkiyeyê da ku gavên pêwîst bavêje. Di biryara xwe ya herî dawî de ku di Îlona 2025'an de hat ragihandin, ji Tirkiyeyê hat xwestin ku bêyî derengmayîn gav bavêje. Lêbelê, Komîteyê diyar kir ku divê mekanîzmayên ku 25 sal piştî cezayê muebbedê yê yekem di doza "Koma Gurban" de hat dayîn, ji bo nirxandinê hebin. Wê destnîşan kir ku komîsyona ku di Meclisê de der barê vê pêvajoyê de hatiye avakirin dikare di vê çarçoveyê de were bikaranîn. Heman biryarê heta Hezîrana 2026'an dem da Tirkiyeyê ku gav bavêje. Lêbelê, di vê qonaxê de, hîn ji hêla Tirkiyeyê ve tu gav nehatine avêtin.
 
SIYASET DIBÊJE ÇI?
 
Di van demên ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin de, mafê hêviyê dîsa ketiye rojevê. Di 22'yê Cotmeha 2024'an de, Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, di axaftina xwe ya di civîna koma partiya xwe de, diyar kir ku Abdullah Ocalan dikare ji mafê hêviyê sûd wergire di koma partiyê ya DEM Partiyê de biaxive. Di 27'ê Sibatê de, Abdullah Ocalan bi banga Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bang li PKK'ê kir ku xwe fesix bike û çekê deyne. Rêxistinê ev bang bi cih anî.
 
Di 3'yê Sibata 2026'an de, Bahçelî daxuyaniyek da ku mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan dihewîne û got: "Biryara me zelal e heta ku Anatolya vegere aştiyê, Ocalan bigihê hêviyê, Ahmet vegerin ser karê xwe û Demirtaş vegere mala xwe."
 
Komîsyona Meclisê di rapora xwe de behsa mafê hêviyê nekir, li şûna wê bal kişand ser pêwîstiya bicîhanîna biryarên DMME'yê. Di demeke wiha de ku DEM Partî daxwaza rêziknameyên qanûnî yên pêwîst ji bo misogerkirina mafê hêviyê kir, CHP û partiyên din ji behskirina mafê hêviyê dûr ketin, li şûna wê bal kişandin ser bicîhanîna biryarên DMME'yê.
 
Ji aliyê din ve, AKP'ê diyar kir ku ji bo mafê hêviyê ku bandorê li zêdetirî 4 hezar kesan dike, tu "rêkeftinên şexsî" tune ne.
 
HELWESTA DARAZÊ
 
Wezîrê Dadê Akin Gurlek diyar kir ku mafê hêviyê di qanûnê de cih nagire û got ku biryar bi Meclisê ve girêdayî ye. Gurlek her wiha destnîşan kir ku "rêziknameyên kesane" tune ne. Wezîrê Dadê yê berê Yilmaz Tûnç, daxuyaniyên bi heman rengî dabû.
 
Her çend Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê bicîhanîna biryarên DMME'yê ferz dike jî, ev biryar heta niha ji hêla astengiyên siyasî ve hatine astengkirin. Ma mafê hêviyê, wekî mafekî qanûnî yê gerdûnî, dikare tenê bibe pêvajoyek an jî dê wekî pêdiviyeke qanûnî, serbixwe ji wan pêvajoyan were sepandin? Heta Hezîranê muhlet ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn. "Gav" û "mafên" ku di Planên Çalakiyê yên wê de heta niha hatine pêşkêşkirin, nehatine pejirandin. Tirkiye di çarçoveya mafê hêviyê de bi pêvajoyên krîtîk re rû bi rû ye.
 
*Ev nûçe ji rapora "Xuyakirina Qanûnî û Fiîlî ya Mafê Hêviyê li Tirkiyeyê: Rejîma Girtîgeha Înfazê ya Muebeda Girankirî" sûd wergirtiye ku di Sibata 2016'an de ji hêla Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) ve hatiye weşandin.
 
Sibê: Divê kîjan gavên zagonî bên avêtin?
 
MA / Dîren Yûrtsever
Nûçeyên Têkildar
Koçerê OHD’î: Li gorî hiqûqa navneteweyî Tirkiye mecbûr e mafê hêviyê bisepîne
Koçerê OHD’î: Li gorî hiqûqa navneteweyî Tirkiye mecbûr e mafê hêviyê bisepîne

Endamê Nûnertiya OHD’ê ya Antalyayê Erol Koçer, bal kişand ser biryara DMME’yê ya binpêkirina “mafê hêviyê” ji bo Abdullah Ocalan û got: “Li gorî hiqûqa navneteweyî Tirkiye mecbûr e mafê hêviyê bisepîne.”

Dayikên ku cezayê muebeda girankirî li zarokên wan hatiye birîn: Divê gav bên avêtin <font color=#ff0000> DOSYA </font>
Dayikên ku cezayê muebeda girankirî li zarokên wan hatiye birîn: Divê gav bên avêtin DOSYA

Dayikên ku zarokên wan cezayê muebbedê yê girankirî li wan hatiye birîn, li benda gavên der barê "mafê hêviyê" de ne. Dayikên girtiyan Alî Nergiz û Cebrail Ancar destnîşan kirin ku ger sererastkirinên qanûnî bên kirin dê baweriya wan bi pêvajoyê zêde bibe.

'Hûn nikarin mirovekî heta mirinê di girtîgehê de ragirin'
'Hûn nikarin mirovekî heta mirinê di girtîgehê de ragirin'

Serokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîmarê pêvajoya aştiyê ye û got: "Ji bo ku mîmarê pêvajoyê heta mirinê di girtîgehê de nemîne, divê pergala înfazê were guhertin. Hûn nikarin bi qanûnan mirovekî heta mirinê di girtîgehê de ragirin."

Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê di TCK û TMK'ê de verastkirin werin kirin <font color=#ff0000> DOSYA </font>
Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê di TCK û TMK'ê de verastkirin werin kirin DOSYA

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica diyar kir ku nirxandina "mafê hêviyê" wekî mijarekî şexsî ne nêzîkatiyekê rast e û bêyî veguhertinên di TCK û TMK'ê de, divê li gorî pîvanên ku DMME'yê diyar kirine, verastkirinekî nû were kirin.

Îçtîhadên DMME'yê û mînakên cîhanê <font color=#ff0000> DOSYA </font>
Îçtîhadên DMME'yê û mînakên cîhanê DOSYA

Mafê hêviyê, bêyî cudahiya cureyê sûc an jî nasnameyê ji bo hemû kesên bi cezayê muebedê hatine cezakirin, wek standartekê gerdûnî îro li gelek welatên Konseya Ewropayê tê sepandin.