NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica diyar kir ku nirxandina "mafê hêviyê" wekî mijarekî şexsî ne nêzîkatiyekê rast e û bêyî veguhertinên di TCK û TMK'ê de, divê li gorî pîvanên ku DMME'yê diyar kirine, verastkirinekî nû were kirin.
Li Tirkiyeyê nîqaşên der barê mafê hêviyê de berdewam dikin û tê meraqkirin ka dê di vê mijarê de çi verastkirin werin kirin. Di vê mijarê de nîqaş li şûna "kirin an nekirina verastkirinê", di navbera "berpirsiyarî di stuyê kî de ye" de asê mane.
Li gorî daneyên fermî, mafê hêviyê zêdetirî 4 hezar girtiyan eleqedar dike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî yek ji van girtiyan e. Abdullah Ocalan, di hevdîtina 13'yê Cotmehê ya bi parêzerên xwe re, der barê mijarê de ev tişt anîbûn ziman: "Rêgeza mafê hêviyê berpirsiyariya dewletê ye û divê dewlet bavêje. Divê vî barî rake. Ev mijar bandorê li hezaran mirovî dike. Mirov ji kîjan alî ve lê binerê, divê ev were çareserkirin. Ji bo hiqûqê divê ev were kirin. Polîtîka û edalet jî vê yekê hewce dike."
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica, pirsên me yên der barê nîqaşên mafê hêviyê û hewcedariya verastkirinê de bersivand.
Gelo mijara mafê hêviyê li ser zemînekî rast tê nîqaşkirin?
Ez dikarim bibêjim ku mafê hêviyê ne di asta dewletê, ne di hikûmetê û ne jî di nav şirîkên wê an wezaretên têkildar de bi rengekî berfireh nayê nîqaşkirin. Yekparebûnek tune ye. Lewra nêzîkatiyên cihêreng hene. Divê mirov bibêje ku nêzîkatiyên dijber hene. Dema em li rapora Meclisê dinerin, rewşekî cuda heye. Lêbelê nêzîkatiyên wezaretê an hikûmetê yên wekî "xebatekê taybet ji bo kesan nabe", "mafê hêviyê di raporê de tune ye" an jî "ev di destê Meclisê de ye" hene. Di raporê de tê gotin ku divê biryarên DMME'yê bêyî ku werin derengxistin û bêyî ku bi geşedanekê ve werin girêdan, werin sepandin. Têkildarî vê mijarê hemû partî li ser li hev kirine û tespît kirine ku divê gavên qanûnî werin avêtin. Nexwe, ne rast e ku mirov mafê hêviyê bihêle bi hêviya şert û mercên din û pêşketinên siyasî, an jî wekî mijarekî şexsî binirxîne. Ev ne li gorî hiqûqê ye û ne nêzîkatiyekî yekpare ye.
Wekî ku hin rayedarên hikûmetê îşaret pê dikin, gelo mafê hêviyê mijarekî taybet a şexsî ye?
Mafê hêviyê nêzîkatiyekî taybet a ji bo kesan nîn e. Paşxistina mafê hêviyê li dijî destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye. Di çarçoveya pêvajoya em tê de derbas dibin de, girêdana vê mijarê bi şertekî ve nêzîkatiyekî ne rast e.
Mafê hêviyê pirsgirêkekî binyadî ye. Di biryara DMME'yê de hat tespîtkirin ku qanûnên li Tirkiyeyê binpêkirinekî sîstematîk dihewînin. Tespîta ku dibêje verastkirinên der barê cezayê girtîgehê yê muebedê de li dijî mirovahiyê ne heye. Ji ber ku ev qaîdeyek e ku ji bo her kesî derbasdar e û her kesî eleqedar dike, nêzîkatiyekî taybet ji bo kesan nîn e. Jixwe bi giştî divê di vê mijarê de verastkirin were kirin. Helbet dema verastkirinekî giştî ya qanûnî bikeve meriyetê, her kesê ku berê bi neyînî ji vê rewşê bandor bûye, dê jê sûdê werbigire. Bêguman di serê van kesan de rêzdar Abdullah Ocalan tê. Wî bixwe jî di hevdîtina me de ev yek anî ziman. Rêzdar Ocalan got ku ev mijar her kesî eleqedar dike. Dema em ji aliyê hiqûqî, polîtîk û edaletê ve lê dinerin; ew dibêje ku divê gavên di vê mijarê de werin avêtin neyên derengxistin. Derengxistina mafê hêviyê li dijî destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye. Girêdana vê mijarê bi şertekî yan geşedanekî siyasî ve ne nêzîkatiyekî polîtîk a rast e.
Di rapora Meclisê de cih dan sepandina biryarên DMME'yê. Lê dema mijar dibe Abdullah Ocalan, cudakariyek tê kirin. Hûn vê helwesta cudakar çawa dinirxînin?
Mirov di nava biryarên DMME'yê de cudakariyê bike, berî her tiştî ev ne tevgerekî li gorî hiqûqê ye. Di nava biryarên DMME'yê de, biryarên herî kevn ên ku nayên sepandin di serê wan de mafê hêviyê tê. Ev biryar di sala 2014'n de li ser serlêdana me ya li ser navê rêzdar Abdullah Ocalan derket holê. Piştre di sala 2015'an de biryarên Gurban û Kaytan hatin. Ew biryar jî bi referansa biryara Ocalan ve hatin dayîn. Di berdewamiyê de jî biryara Boltan derket. Ev 4 biryar ji wan salan ve di bin çavdêriya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ne. Komîteyê hem bi devkî hem jî bi nivîskî bang li Tirkiyeyê kir ku xebatên qanûnî yên pêwîst bike.
Siyasetmedar berpirsiyariyê diavêjin darazê, daraz jî mijarê aresteyî Meclisê dikin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di meha Îlonê de îşaret bi komîsyona di Meclîsê de kir. Gelo mafê hêviyê mijara siyasetê ye yan ya hiqûqê ye?
Mafê hêviyê mijara hiqûqê ye. Lêbelê hêza ku pêşketinên hiqûqî pêk tîne, desthilata siyasî ye. Lewma ev gav dê li gorî pozîsyona siyasî û polîtîkaya desthilata siyasî werin avêtin.
Di rastiyê de ev mijar li hevudin bandorê dikin. Divê mirov rasterast bibêje ku ev mijara hiqûqê ye. Lêbelê hêza ku pêşketinên hiqûqî pêk tîne, desthilata siyasî ye. Lewma ev gav dê li gorî pozîsyona siyasî û polîtîkaya desthilata siyasî werin avêtin. Heta îro neavêtina gavan, pêkanînekî li derveyî hiqûqê ye. Ji aliyê polîtîk ve jî nîşan dide ku siyaset li derveyî demokrasiyê tê meşandin. Xala 90'î ya Destûra Bingehîn dibêje ku heke biryarên DMME'yê û qanûn li hev nekin, divê biryarên DMME'yê werin esasgirtin. Xala 153'yê ya Destûra Bingehîn jî diyar dike ku qanûndanîn, rêveberî û îdare bi temamî mecbûr in ku li van biryaran guhdar bikin. Ji ber vê yekê, ya ku divê siyaset bike, bicihanîna berpirsiyariya xwe ya destura bingehîn e. Siyaset divê bi kirina xebatên li gorî biryarên DMME'yê, îradeya xwe ya qanûnî di Meclisê de nîşan bide û nêzîkatiyekî demokratîk ji bo nirxên gerdûnî nîşan bide. Pêwîst e daxwazên hiqûqê bîne cih.
Zemînekî hiqûqî heye û di vî alî de bangên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî jî hene. Lêbelê qet geşedanek nîn e. Gelo xitimandinek heye an ev xitimandin di ku de diqewime?
Dema em asta geşedanên siyasî û kûrahiya wan dinirxînin, em dikarin bibêjim ku divê hikûmet pozîsyona xwe ya der barê mafê hêviyê de derxîne astekî pir bilind. Di raporê de bi taybetî bal nehatibe kişandin ser vê yekê jî, nayê wê wateyê ku dê neyê sepandin. Jixwe bêyî pêvajoyekî wiha jî, divê biryara navborî bihata sepandin. Lêbelê, dibe ku gelek sedemên neavêtina gavên ji bo mafê hêviyê hebin. Çi di mijara avêtina gavên li gorî hiqûqê de, çi di mijara demokratîkkirinê de, çi jî di xala naskirin û hevrûbûna pirsgirêka Kurd de di asta dewletê de, hin helwestên cuda hene. Ev mijar hinekî bi biryardarî û niyeta hikûmet û dewletê ve girêdayî ye. Nexwe, rewşa hiqûqî bi her awayî zelal e.
Sepandin an nesepandina mafê hêviyê dê çawa bandorê li pêşeroja Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bike?
Heke li Rojhilata Navîn welatekî ku pirsgirêkên xwe çareser kiriye, gihîştiye formekî hevdem û zemînekî demokratîk tê fikirîn, ev yek hevrûbûna bi rastiyên dîrokî re ferz dike.
Rastiya dîrokî ya pirsgirêka Kurd xwe ferz dike. Çi ji bo rakirina înkarê, çi jî ji bo pêwîstiyên qanûnî û destura bingehîn, divê hikûmet polîtîka û pozîsyona xwe biguherîne. Neavêtina gavan di vê mijarê de bi temamî bi polîtîkayên dewlet û hikûmetê ve girêdayî ye. Sedemekê ku Tirkiye di nava vê pêvajoyê de cih digire jî, geşedanên navneteweyî, hevsengiyên navneteweyî û potansiyela guhertinê ya di vî warî de ye. Divê mirov li rewşa nediyar a li Rojhilata Navîn jî wekî faktorekî vê pêvajoyê bibîne. Lêbelê, heke li Rojhilata Navîn welatekî bi nirxên mirovahiyê hatiye hûnandin, pirsgirêkên xwe çareser kiriye, gihîştiye formekî hevdem û zemînekî demokratîk tê fikirîn, ev yek hevrûbûna bi rastiyên dîrokî re ferz dike. Divê hiqûq li gorî îradeya civakê bê demokratîkkirin. Lewma êdî civak bi rengekî pir zelal îrade û bendewariyên xwe tîne ziman. Bendewariya bingehîn êdî avêtina gavên şênber û pratîk e. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve divê şert û mercên rêzdar Ocalan werin guhertin. Mafê hêviyê, di çarçoveya DMME û hiqûqa navneteweyî de, verastkirinê li Tirkiyeyê ferz dike. Ji aliyê siyasî ve jî guhertina pozîsyona rêzdar Ocalan ferz dike.
Niha şert û mercên Abdullah Ocalan çawa ne? Nîqaşek li ser statuyê jî heye. Divê em ji guhertina statuyê çi fêm bikin?
Niha li Îmraliyê di bin şert û mercên girtîgehê de rewşa dîgirtîbûnê heye. Tenê hin hevdîtinên sînorkirî pêk tên. Lêbelê, wekî ku rêzdar Bahçelî jî îfade kiriye, em jî dibêjin ku divê statuya li Îmraliyê were nîqaşkirin û bibe xwedî formekê nû. Ev yek radikirina statuya girtîgehê, girtina pergala li Îmraliyê û veguhastina Îmraliyê bo zemînekî nû yê siyasî ferz dike.
Di der barê mafê hêviyê de divê çi gavên şênber werin avêtin? Ji bo ji holê rakirina binpêkirinê, pêdivî bi kîjan guhertinên qanûnî heye?
Ji bo cîbicîkirina afê hêviyê, di gelek qanûnên Tirkiyeyê de astengî hene. Mînak; di qanûna înfazê de tê diyarkirin ku cezayê muebeda girankirî dê heta dawiya jiyanê berdewam bike. Dîsa di qanûna cezayê de tê gotin ku muebeda girankirî dê heta mirinê bidome. Di heman demê de, di Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) de jî tê gotin ku dê heta dawiya jiyana girtî berdewam bike. Ev rewş di gelek qanûn û xalên demkî de bi vî rengî heye. Rêgeza mafê hêviyê jî li hemberî van qedexeyan tê ziman. Divê ev xalên ku derfeta vegera nav civakê, yekbûna bi civakê re û gihîştina jiyanê ji holê radikin, werin rakirin. Gava yekem a pêşketinên qanûnî yên mafê hêviyê ev e. Divê ev qedexeyên mutleq werin rakirin.
Di qanûna înfazê de tê diyarkirin ku cezayê muebeda girankirî dê heta dawiya jiyanê berdewam bike. Ev rewş di gelek qanûn û xalên demkî de heye. Divê ev qedexeyên mutleq werin rakirin.
Lê belê ev bi tenê têrê nake. Ji ber ku DMME dibêje ku divê îxtîmala azadiyê pêkan be. Divê kes bizanibe bi kîjan sedeman dê di hundir de bimîne û bi kîjan geşedanan ve dikare azad bibe. Îro di qanûnên Tirkiyeyê de di vê mijarê de zelaliyek tune ye. Pîvanekî şênber nehatiye diyarkirin. Li gorî me divê fikir û helwesta girtî, têkiliya wî ya bi civakê re, têkiliya wî ya bi nirxên demokratîk re û feydeya wî ya ji bo civakê werin nirxandin in. Heke kesek ji bo feydeya civakê têdikoşe û nîşan dide ku dê ji bo pêşerojê kedê bide, divê ev yek di nava hiqûqê de cih bigire. Mijarekê din jî ew e ku demên li Tirkiyeyê pir dirêj in. DMME diyar dike ku cezayê girtîgehê yê demdirêj jî zirarê dide mafê hêviyê.
Li gorî biryarên DMME'yê, di vê mijarê de pîvan çi ye?
DMME, wekî pîvanekî navneteweyî ya der barê mafê hêviyê de behsa 25 salan dike. Lêbelê niha di qanûnên Tirkiyeyê de demekî wiha tune ye. Ji ber vê yekê, ji bo ku em qebûl bikin mafê hêviyê li Tirkiyeyê bi temamî tê sepandin, divê guhertin werin kirin. Lê ev jî têrê nake, ji ber ku divê mekanîzmayek hebe ku îxtîmala azadiyê binirxîne.
Tirkiye di hin planên xwe de dibêje ku ev mekanîzma Lijneyên Îdarî û Çavdêriyêne. Lêbelê ev lijne bi astengiya tehliyekirinê tên zanîn.
Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ji aliyê endamên darazê yên tam serbixwe û bêalî ve nayên avakirin. Ev yek îxtîmala azadiyê, îxtîmala tehliyeyê û aliyê darizandina adil kêm dihêle. Ji bo ku mekanîzma bixebite, divê naveroka lijneya ku dê îxtîmala azadiyê binirxîne were guhertin. Divê ji aliyê endamên darazê yên bêalî û serbixwe ve, bi statuya dadgehekê were nirxandin. Divê ji çarçoveya îdareyekê were derxistin. Biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji aliyê dadgerê înfazê ve tên kontrolkirin. Lê belê di pratîkê de em dibînin ku ev her du sazî bi rengekî neyînî bandorê li hev dikin.
MA / Dîren Yurstsever