Faîk Bulut: Ji bo Kurdan a jêneveger statu ye

Parve bike:

STENBOL - Nivîskar Faîk Bulut anî ziman ku li Rojhilata Navîn çarenûsa Kurdan baştir xuya bû û got: "Xurtkirina zemîna aştiyê, bi dîplomasiya navneteweyî ve pêkan e û ji bo Kurdan a jêneveger satatu ye."

 
Li Stenbolê konferansek bi navê "Di Sedsala Duyemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê" hat lidarxistin. Di vê konferansê de ligel çareseriya pirsgirêka Kurd, li ser mijarên wekî demokratîkkirin û avakirina ji nû ve nîqaşên girîng hatin kirin. Faîk Bulut li ser encamên vê konferansê, gavên ku divê di "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de bên avêtin û girîngiya Kurdan a di hevkêşeya Rojhilata Navîn de, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
Bulut anî ziman ku ger li pişt her pêvajoyek aştî, muzakere û hevdîtinan hêzeke civakî, siyasî û navnetweyî nebe, ew pêvajo bi ser nakeve û got ku di vê mijarê de têgeha herî girîng "civakîkirina aştiyê" ye. Bulut bal kişand ser girîngiya fersendê ku mirov aştiyê ji girse û gel re baş şîrove bike da ku komek zextê ya xurt ava bibe û ev tişt got: "Em ji dîroka Komara Tirkiyeyê dizanin ku pêlên lawaz nikarin zextê ava bikin. Heke di pêvajoya aştiyê de ji sedî 70-80’ê gel piştgiriyê bide, ev tê wê wateyê ku encam hatî bidestxistin û tiştên mayî tenê mijarên teknîkî ne. Ev zext û piştgirî, dê aliyên bêbiryar anku desthilatê, yên ku berjewendiyên wan di şer de hene û yên vê pêvajoyê naxwazin, bixe bin zorê û wan li pêşberî raya giştî deşîfre bike."
 
‘DIVÊ NÎQAŞ BI HÊWANAN VE SÎNORDAR NEMÎNE’
 
Bulut diyar kir ku naveroka nîqaşên di "Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê " de pir bi hêz bûn û wiha pê de çû: "Tenê gumaneke min heye; ger ev nîqaş di nav çar dîwarên hêwanê de sînordar bimînin, tu wateya wan nabe. Divê li gora vê yekê di qada civakî de gavên pratîk bên avêtin. Mînak, ev kar bi tenê bi partiyek, kesek an jî komekê nabe. Di rojên borî de bi dirûşma ‘Ji bo aştiyê gavê biavêje’ meş hatin kirin. Ev cure rêbaz nikarin li ser kolanan zextê ava bikin. Hûn kengî civakê qanî bikin û ev mijar li Îzmîr, Antalya, Edene, Sînop û Trabzonê , çi bi erênî çi bi neyênî, bê axaftin, wê demê ev kar dibe meseleyeke civakî. Nexwe, di nav çar dîwaran de dimîne. Divê ev yek baş bê hesabkirin, em nebêjin ev bes e. Ev sermayeyek e, divê em vê sermayeyê mîna mîratxuran pûç nekin, berevajî wê mezin bikin."
 
DEWLETA NORM Û DEWLETA TEVDÎRÊ
 
Bulut bal kişand ser helwesta dewletê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hûn bala xwe bidinê, Devlet Bahçelî li gorî berjewendiya dewletê diaxive, ev 'dewleta norm' e. Mînak dibêje ‘bila Ahmet derkevin’ an jî ‘butlana mutlak betal be’, ev nêzîkatiya dewleta norm e. Dewletê di pêvajoya hevdîtinên Îmraliyê de gelek soz dabûn. Erka dewleta norm e ku van sozan bi cih bîne. Lê li aliyê din 'dewleta tevbîr' jî heye. Dewleta tevbîr her tim bi fikar e, bitemkîn e û bi guman e. Nizane dê çi bike, carna dixwaze vê meseleyê dirêj bike û ji rojevê derxîne. Ev polîtîkaya heyî ya desthilatdariya AKP'ê ye. Em dizanin ku li hemberî AKP'ê berxwedaneke mezin heye. Heke her tişt di şexsê Erdogan de biçe serî û bi dawî bibe û Erdoğan jî ji bilî spasiyekê tiştekî din nebêje û sozên dewleta norm bi cih neyne, nexwe li vir pirsgirêkek an jî lîstikeke heye. Heke dengê ‘Em aştî dixwazin’ bilind bibe, herî kêm Erdogan neçar dimîne ku guh bide vî dengî."
 
GIRÎNGIYA DÎPLOMASIYÊ
 
Bulut herwiha anî ziman ku divê ev pêvajo di dîplomasiya navnetweyî de jî baş bê fêmkirin û got: "Ev mijar pir girîng e, em di van mijaran de pir li paş mane. Divê partî rêbazeke nû ya dîplomasiyê bixe dewrê, ev yek bingehekî rasteqîn e. Ew jî ji ku derê dest pê dike? Berî her tiştî divê Kurd di nav xwe de, di çar parçeyan de bibin yek; dîplomasî, siyaset û biryarên hevpar bidin. Dema ku ji bo berjewendiyên gelê Kurd biryarek hevpar bê dayîn, ev yek bi xwe re dîplomasiyê jî xurt dike."
 
Bulut di vê mijarê de serdan û peywendiyên dîplomatîk ên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û şandeya pê re bi bîr xist.
 
POLÎTÎKAYA ROJHILATA NAVÎN A TRUMP Û BARRACK
 
Bulut diyar kir ku tevlêbûna Ebdî di Konferansa Munîhê de nîşaneya pêşîn a dîplomasiya hevpar a Kurdan e ku hêj tam nehatiye sazûmankirin. Bulut di heman demê de polîtîkaya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump û Nûnerê Taybet ê Serokatiyê yê Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack a li ser Kurdên Rojhilata Navîn rexne kir û wiha got: "Tîma Trump û Tom Barrack dema ku biryarekê didin, êdî Kurdan li ber çavan nagirin. Dibêjin ‘Em ê bi dewletên navendî re kar bikin’. Yek ji sedemên ku wan bi Îranê re dest bi muzakreyan kirin jî ev e. Em dizanin ku di raya giştî ya Amerîkayê de zexteke pir mezin li ser Trump û Barrack heye; gelo em dikarin xwe bigihînin vê raya giştî? Gelo em dikarin vê yekê li gora polîtîkaya xwe bixin tevgerê? Her çend Qanûna Parastina Kurdan derneketibe jî, li hemberî vê polîtîkaya Trump îtirazên pir giran hene. Di encama vê yekê de Rojava piçûk kirin, niha jî dixwazin bi Hikumeta Navendî ya Iraqê re kar bikin, Haşdî Şebî dûr bixin û dibêjin ‘pêşmerge bi artêşê ve girêdin’."
 
Heke em karibin di jeopolîtîkaya Rojhilata Navîn de girîngiya Kurdan çi ye, heke Kurd nebin dê çi bibe û Rojhilata Navîn a bê Kurd tê çi wateyê rave bikin, em ê lîstika Trump û Barrack jî xera bikin. Ev yek di heman demê de dê bibe sedem ku têkiliyên navbera lîstika ku AKP pir pê ewle ye anku ‘dostê min Trump’ de qels bibin. Mînak, wiha xuya dike ku Trump bi vî awayî dê hilbijartinên navberê winda bike. Alîgirên wî yên herî nêzîk jî jê dûr ketin. Gelo em ê karibin vê fersendê bikar bînin? Ew qels bû û paşve çû, gelo em ê wê pêlê bigirin pişta xwe û formuleke nû bibînin û bêjin 'yên ku we pişta xwe pê bawer bûn, çûn'? Divê em fêm bikin ku ew tiştê ku jê re dibêjin ‘hêzên derve’ bi destê AKP’ê bi xwe ketiye nav vê lîstikê."
 
‘DIVÊ AQILMEND BEŞDARÎ HEVDÎTINAN BIBIN’
 
Bulut têkildarî yekitiya neteweyî ya navbera Kurdan de got: "Divê Kurd pêşî di nav xwe de entegre bibin." Bulut anî ziman ku divê dîplomasiyeke hevpar a sazûmanî, hiqûq û aboriya Kurdistanê hebe û yekitiya neteweyî tenê bi vî rengî dikare pêk bê û axaftina xwe wiha domand: "Yekitî tenê ji jor ve bi gotinên partiyan nabe. Bala xwe bidinê, PDP û YNK di nav 8 mehan de 43 caran civiyan, lê ji bo hikumeta koalîsyonê li hev nehatin. Çima? Ji ber ku her yek dibêje pêşî partiya min. Di meseleya Rojava de çawa ku Hewlêr rabû ser pêyan, me bihîst ku Barzanî dibêje ‘Yekitiya Kurd û Kurdistanê’. Di vê pêvajoyê de jî divê kesên aqilmend  ên Kurdan bicivin. Ew kesên aqilmend ên Kurd ku xwedî tecrubeya cîhanê ne û ji siyaset û dîplomasiyê fam dikin… Li gora min Abdullah Ocalan bi tenê hatiye hiştin. Divê şandeya kesên aqilmend tevlî pêvajoyê bibe. Divê hinek hebin ku ji derve çi diqewime jê re vebêjin. Ev kar tenê bi çûnûhatina şandeyekê nabe. Ew şandeya ku ez behs dikim di qehwexaneyê de ye, li kolanê ye, li Amedê ye, li Qersê ye, li Wanê ye. Di axaftinên rojane de ye. Hêviya Kurdan çi ye, tevdîrên şênber û lezgîn çi ne, çareseriyên ku divê piştre çêbibin çi ne? Veguhertina komara demokratîk tenê bi vî awayî pêkan e."
 
‘STATU JI BO KURDAN JÊNEVEGER E’
 
Bulut diyar kir ku veguherîna demokratîk a komarê di demeke kurt de nabe û ji bo vê yekê hewcedarî bi zemînên guncav heye û anî ziman ku di vê serdemê de çarenûsa Kurdan li Rojhilata Navîn baştir xuya dike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Tişta ku ji bo Kurdan jêveneger statu ye. Serkeftina li vir dê li Rojava bide xuyakirin, destkeftiyên li Rojava jî dê bandorê li vir bikin. Di entegrasyona ku li Rojava hatî îmzekirin de, mînak YPJ dixwaze tevli artêşê bibe. Colaniyê cîhadîst dibêje ‘Li gorî baweriya min jin û mêr bi hev re di artêşê de nabin’. Kîjan dînamîk pêşî bikeve dewrê, dê ya din jî bide dû xwe. Destkeftiya li Başûr jî destkeftiya me ye, mînak veqetandina budçeyê, mînak meseleya Kerkûkê, para ji petrolê hîn jî li ser nîqaş heye. Ji ber vê yekê yek bi yek nabe, heke em pişta xwe bidin hev, wê demê em ê bibin xwedî cihekî pir girîng."
 
MA / Necla Demîr Arvas