NY: Li Sûdanê bi deh hezaran kes mirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - NY'yê, diyar kir ku li Sûdanê di şerê navxweyî de ku 4 sal in didome, bi deh hezaran kes mirine û bi milyonan kes jî koçber bûne. 
 
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Tom Fletcher, diyar kir ku li Sûdanê di 3 mehên destpêkê yê sala 2026’an de di encama êrişên bi dronan de 700 sivîl mirine. Fletcher anî ziman ku şer di sala xwe ya 4’emîn de didome û got ku civaka navneteweyî nekarî bi têrkerî bersivê bide krîza mirovahî ya heyî.  diyar kir ku li Sûdanê di şerê navxweyî de ku 4 sal in didome, bi deh hezaran kes mirine û bi milyonan kes jî koçber bûne. 
 
Şerê di navbera artêşê û Hêzên Desteka Lezgîn a li Sûdanê, rê li ber mirina bi deh hezaran mirovan û koçberbûna bi mîlyonan mirovan vekir. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, nêzîkî 34 mîlyon mirov hewcedarê alîkariya lezgîn a mirovî ye. Li welêt bêhtirî 21 mîlyon mirov nikare bi ewle xwe bigihîne xwarinê. Şer, bi taybetî li herêmên weke Kordofan û Nîlê Şîn girantir dibin. Hat ragihandin ku jin û zarokên keç bi rengekî sîstematîk rastî tundiya destdirêjiyê tên. Rayedarên Neteweyên Yekbûyî, gotin ku ew armanc dikin ku îsal xwe bigihînin 20 mîlyon mirovan, lê alîkariya mirovî gelek kêm in. 
 
Ji bo çareseriya krîzê, bexşînerên navneteweyî dê li Berlînê konferansek lidar bixin.
 
Tê hedefkirin konferans bibe wesîleya jinûve destpêkirina hevdîtinên ji bo aştiyê û zêdebûna alîkariya mirovî.