Îranê ragihand ku 3 kes darve kiriye

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Îranê, ragihand ku 3 kes bi îdiaya “Sîxurtiya Îsraîl û DYA’yê” darve kiriye. 

Ajansa Nûçeyan a Mizanê ku girêdayî daraza Îranê ye, da zanîn ku Mehdî Ghassemî, Saleh Mohammadî (19) û Saîd Davoudî ku bi hinceta tevlibûna protestoyên di 28’ê Kanûnê de dest pê kirin hatibûn binçavkirin, hatine darvekirin. 
 
Her kesên behsa xeberê bi îdiayên “kuştina polîsan” û “sîxûrtiya Îsraîl û DYA’yê” li bajarên Tehran û Komê hatibûn binçavkirin û girtin. Ji bo her sê kesan jî biryara darvekirinê hate dayin, ev biryar tavilê hate erêkirin û her sê kes jî îro di danê sibehê de hatin darvekirin. 
 
Hat zanîn ku Salih Muhammedî, di şampiyonaya binkefşanê ya navneteweyî de bûbû şampiyon. 
 
Nûçeyên Têkildar
Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir
Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir

Muhafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku êrişî biryargehên Komalayê yên li Hewlêrê kirine.

Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe
Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe

Dîrektorê IHRNGO’yê Mahmod Amry Moghaddam, diyar kir ku di nava 20 salen dawî de cara ewil e dibînin hejmara darvekirinan ewqas zêde dibe û got: “Rayedar ne bombeyên DYA-Îsraîlê, gelê Îranê weke gef dibîne. Lê êdî tiştekî bidin gel nemaye û zû yan jî dereng teqz dê li Îranê guhertin çêbibe.”

Rojnameger Muradyaliabady: Divê mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin
Rojnameger Muradyaliabady: Divê mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin

Rojnameger Diako Muradyaliabady diyar kir ku ji bo rawestandina darvekirin û zextên li Îranê divê hemû beşên civakê bibin yek û got: “Divê bi yekbûnê rêxistineke mayinde bê avakirin. Pêwîst e nerazîbûna belav bibe hêzeke birêxistinkirî û mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin.”

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê: Darvekirinan rawestînin
Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê: Darvekirinan rawestînin

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê ku der barê darvekirinan de daxuyanî dan, banga rawestandina darvekirinan kirin.

Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare bêhnê bistîne
Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare bêhnê bistîne

Birayê Nêrgiz Mihemedî Hamîd Riza Mihemedî diyar kir ku xetere li ser rewşa tenduristiyê ya xwişka wî heye û got: “Bi alîkariya cîhaza oksîjenê dikare bêhnê bistîne.”