Helbestvan Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestvan Ehmed Huseynî ku demek dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

 
Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî, li Swîsreyê ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Ehmed Huseynî, di sala 1955'an de li Amûdê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bû, xwendina xwe ya seretayî li wir temam kir. Ji bo xwendina zanîngehê çû Şamê, li wir felsefe xwend, lê rejîmê destûr neda ku ew dîplomaya xwe bi kar bîne. Ehmed Huseynî di sala 1989'an de neçar ma ku koçî Swîsreyê bike. Di tevahiya jiyana xwe de, ew bi helbest û wêjeyê re mijûl bû û gelek bername çêkirin, bi taybetî ji bo ROJ TV'yê.