AMED - Kurteçîroka "Li Goristanek Amedê" ya Osman Sebrî, bi vegotina xwe ya di çarçoveya katabasîsê de, ji tengijîneke ruhî ber bi bîra kolektîf û hişmendiya neteweyî ve xwedî vegotineke zexm e.
Kurteçîroka "Li Goristanek Amedê" ya Osman Sebrî ku di sala 1933'yan de di kovara Hawarê de hatiye weşandin, ji arîşeyeke takekesî ber bi dîroka Kurdan û bîra wan ve rêwîtiyeke sembolîk vedibêje. Çûna vebêjer bo goristaneke li Amedê û dû re daketina wî ya bin erdê, vediguhere celebek ezmûna katabasîsê (daketina binerdê) û wî bi rabirdûyê, rastiyê û bîra kolektîf re rû bi rû dihêle. Di vê pêvajoyê de, nirx, rewşenbîr û rojnamevan, digel ziman, çapemenî û têkoşîna neteweyî tên gengeşekirin.
JI ARÎŞEYA TAKEKESÎ BER BI BÎRA KOLEKTÎF
"Li Goristanek Amedê" ku bi sembolên xurt hatiye hûnandin, bi şev bi tengijîneke ruhî ya vebêjer dest pê dike. Vebêjer ku ji ber tengijîneke hundirîn bargiran e, ji cihê lê ye direve û ber bi peravê deryayê ve diçe. Ev revîn, zû dibe sedema veçirîna rastiyê û veguhestina vegotinê ber bi zemîneke xeyalî ve. Vebêjer, xwe barsivik hîs dike û piştî kêliyekê dest bi firê dike. Ev firîn, ne tenê fizîkî ye, di heman demê de sembolîk e jî. Di vê rêwîtiyê de, ew erdnîgariyeke berfireh ya wekî Filistîn, Şerq el-Urdun û Sûriyeyê derbas dike û digihîje Amedê. Tîrêjeke rojê ku ew li vir rastî wê tê, wî dibe goristanekê. Goristan, ne wekî cihekî mirinê yê ji rêzê, wekî navenda bîra kolektîf tê sêwirandin. Li vir, vebêjer rastî gora Şêx Seîd tê û bi dirêjî xîtabî wî dike. Di vê xîtabê de, Şêx Seîd wekî kesekî ku gelê Kurd "hişyar kiriye" û nasnameya wî ya jibîrbûyî bibîr dixe, tê berzkirin. Lêbelê, ji bo vê bangê, bersiveke yekser tune. Ev bêdengî, hem şikestineke dîrokî û hem jî bîreke tepeserkirî îşaret dike.
KATABASÎS Û GERA LI BINERDÊ
Çîrok, ji vir şûnde tîrtir dibe û dadikeve bin erdê, ango cîhana miriyan. Ev veguhestin, motîfa "katabasîsê" a di vegotinên klasîk de tîne bîra mirov. Lêbelê, fîgurên li vir ne hebûnên mîtolojîk in; rewşenbîr, aktorên siyasî û şehîdên Kurd in. Ezîz Axayê Silopî, vebêjer pêşwazî dike û wî ber bi cihê ku dê "civîna mezin" lê bê lidarxistin ve beralî dike. Ev civîn, mecliseke sembolîk a têkoşîna neteweyî ye.
ZIMAN, ÇAPEMENÎ Û HIŞYARÎYA NETEWÎ
Vebêjer li cîhana binerdê, rastî mamê xwe Şikrî tê. Ev hevdîtin, di navbera rabirdûyê û niha de pirekê ava dike. Di sohbetên li vir de mijarên li ser ziman, siyaset û hilberîna çandî berbiçav dibin. Dema ku vebêjer behsa qedexekirina zimanê Kurdî dike, yên amade rave dikin ku ew ji bo pêşxistina zimên dixebitin, ferhengan amade dikin û hilberîna çandî didomînin. Di vê çarçoveyê de, yek ji sehneyên herî berbiçav ên çîrokê li dora çapxaneyekê û rojnameyekê dizivire. Vebêjer diçe hawîrdora ku rojnameya "Hişyarî" lê tê amadekirin. Li vir, ew rastî rewşenbîrên wekî Fuad Beg, Kemal Fewzî, Hesen Xeyrî û Hacî Extî tê. Çapxane wekî cîhekî başrêxistinkirî û berhemdar tê sêwirandin; rojnameya çapkirî helbest, gotarên siyasî û naverokên ku têkoşîna neteweyî geş dikin dihewîne. Helbesta "Bijîşkê Welêt" wekî nivîsek ku armanca wê hişyarkirina gel e, derdikeve pêş.
REXNE
Lêbelê, ev dîmen ne tenê îdealîzekirinekê dihewînin; ew di heman demê de rengekî rexneyî jî hildigirin. Ji vebêjer re bi awayekî sergirtî tê gotin ku wî têra xwe tevkarî li têkoşînê nekiriye. Ev yek, metnê ji vegotineke berxwedanê li dijî zextên derveyî, vediguherîne metneke hesabpirsîna navxweyî.
VEGER Û NEDIYARÎ
Yek ji xalên girîng ên çîrokê ew e ku çendî vebêjer dixwaze li vê dinyayê bimîne jî, lê destûr nayê dayîn. Melekek jê re dibêje ku mirovekî sax nikare li vir bimîne. Vebêjer dixwaze "civata mezin" bibîne û dîsa rastî Şêx Seîd bê, lê ji aliyê "Ruhstîn" ve bi zorê tê şandin. Dema ku çavên xwe vedike, ew dîsa li cîhana rastîn e. Ew li kêleka deryayê dirêjkirî tê dîtin. Ew dibîne ku xwîn ji destê wî tê û rojnameya "Hişyarî" ya ku çend kêlî berê pê re bû, winda bûye. Ev sehneya dawî, pirsa gelo tiştên ku qewimîn xewnek bûn an ezmûneke surrealîst bûn, tam nabersivîne.
BÎR, TRAWMA Û AVAKIRINA ÇÎROKÊ
Di vî warî de "Li Goristanek Amedê", ji arîşeyeke takekesî ber bi bîra kolektîf û hişmendiya neteweyî ve, vegoitnekê ava dike. Tengijîna destpêkê ya vebêjer, celebek xerîbbûnê ye ku di wêjeya nûjen de berbelav e; lêbelê, ev xerîbbûn di asta takekesî de namîne, vediguheze çarçoveyeke neteweyî. Cihê goristanê, di vê çarçoveyê de, wekî "qada bîrê" kar dike; mirin, ne dawî ye, dibe beşek ji berdewamiya dîrokî.
Bêjara (diskurs) ku li dora Şêx Seîd hatiye avakirin, ji nû ve nivîsandina wêjeyî ya trawmayê ye ku piştî Berxwedana Şêx Seîd derketiye holê. Lêbelê, metn vê trawmayê ne tenê bi rêya şînê, di heman demê de bi rêya hizra vejîn û şiyarbûnê jî wateyê lê bar dike.
ALEGORÎ
Pêkhateya fantastîk a çîrokê, xetên di navbera rastî û xeyalê de şolî dike û bi vê re vegotineke modernîst diafirîne. Sehneya daketina binerdê, îşaret bi vegotinên mîtolojîk ên klasîk dike û di heman demê de ji ber ku kesên li vir nasnameyên dîrokî û polîtîk in, metnê vediguherîne alegoriyeke xurt.
Tekîdkirina li ser zimên û çapemeniyê jî, navenda îdeolojîk a nivîsê pêk tîne. Ev tekîdkirin (piştrastkirin), bernameya çandî ya derdora kovara Hawarê nîşan dide û hizra ku nasnameya neteweyî bi rêya zimên û nivîsandinê tê avakirin, berbiçav dike. Metn di vî warî de, bi nêzîkatiyên nûjen re li hev dike ku neteweyê wekî "civakeke xeyalî" ya bi rêya zimanekî hevpar û toreke ragihandinê hatiye avakirin, dibîne.
JI BÎRÊ BER BI RABIRDÛYÊ
Axir, "Li Goristanek Amedê" metneke xurt e ku ji tengijîneke hundirîn a takekesî dest pê dike û bîra kolektîf, hişmendiya neteweyî û berxwedana çandî vedibêje. Osman Sebrî di vê çîrokê de, goristanê ne wekî dawiyekê, wekî destpêkekê ji nû ve ava dike û di nav berdewamiya vejîn û têkoşînê de wateyê li mirinê bar dike. Berhem di vî warî de, ne tenê berhemeke wêjeyî ye, di heman demê de wesîqeyeke dîrokî û rewşenbîrî ye jî.
DER BARÊ OSMAN SEBRÎ DE
Osman Sebrî, di 7'ê Çileya 1905'an de li gundê Narince yê navçeya Kolik a Semsûrê, di nav malbateke ji eşîra Mirdêsan de ji dayik dibe. Piştî ku bavê wî di sala 1915'an dimire, ji aliyê apên xwe ve tê mezinkirin. Piştî Serhildana Şêx Seîd a 1925'an, ew ligel apên xwe tê girtin. Apên wî di Girtîgeha Amedê de tên îdamkirin û ew demekê di girtîgehê de dimîne û di sala 1928'an de bi efûya giştî tê berdan. Piştî ku di sala 1929'an de ji ber zextên zêde dîsa tê girtin, ew neçar dimîne ku di heman salê de berê xwe bide Sûriyeyê. Di salên xwe yên li sirgûnê de, daxilî nava Xoybunê û xebatên wêjeyî yên li derdora kovara Hawarê dibe. Bi helbest, çîrok û gotarên xwe, ew wekî yek ji pêşengên wêjeya Kurdî tê hesibandin. Di sala 1954'an de, alfabeyeke Kurdî ya bi tîpên Latînî çêdike û berhemên xwe yên wekî "Bahoz", "Çar Leheng" û "Derdên Me" bi vê alfabeyê diweşîne. Ew di sala 1957'an de beşdarî damezrandina Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê dibe û dibe sekreterê wê yê giştî. Osman Sebrî, di 11'ê Cotmeha 1993'an de koça dawî dike; gora wî, li Sûriyeyê li gundê Berkevirê ye.
MA / Rêdûr Dîjle