Piyesek û trajediyek: Memê Alan

Parve bike:

AMED - Di "Memê Alan" a Evdirehîm Rehmî Hekarî de ku wekî şanoya yekem a Kurdî tê hesibandin, çîrok bi biryara şer dest pê dike û bi şaşiyeke bêveger vediguhere trajediyekê. 

 
"Memê Alan" a Evdirehîm Rehmî Hekarî ku di sala 1918'an de di Kovara Jînê de hatiye weşandin û wekî yekem şanoya Kurdî tê hesibandin, bi pergala xwe ya duperdeyî tenê çîrokeke evîniyê venabêje; pêvajoyeke veqetandin, libendêmayîn û trajediyê nîşan dide ku bi banga "xezayê" (sefer/cîhad) ji bo parastina Qudsê, dest pê dike. Tekst ku bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî hatiye nivîsandin û binyada xwe ya dramatîk bi "fatal errorê" (şaşiya kujîner a bêveger) bi dawî dike, wekî yek ji mînakên damezrîner ên şanoya Kurdî ya destpêkê tê nirxandin. Evdirehîm Rehmî Hekarî, di berhemê de xwe spartiye hêmanên bingehîn ên nivîsandina dramayê û berhemê wekî teksta sereke û teksta tenişt hûnandiye. Di teksta sereke de, diyalogên di navbera lîstikvanan de û monologên ku lîstikvan bi xwe re diaxivin û di teksta tenişt de jî, agahdarîyên ku nivîskar ji bo birêveçûna şanogerîyê nivîsandine wekî raxistin û xemilandina sehneyê tekstê temam dikin.
 
SEYRA ÇÎROKÊ
 
Şano, bi têkoşîna navxweyî ya Memo dest pê dike. Bi fermana Mîr, amadekariyên şer tên kirin û Memo vê bangê wekî berpirsiyariyeke olî û civakî qebûl dike. Ew xwe ne tenê wekî kesekî, wekî hilgirê nasnameyekê dide der. Di vî warî de, şer ji bo wî ne hilbijartineke kesane ye, erkek e ku divê were bicîhanîn. Rageşiya dramatîk bi hatina dêya wî Çavreşê, kûrtir dibe. Hestên dayikê yên parastina kurê xwe, bi berpirsiyariya wê ya "birêkirina wî" re têkildar dibin; lêbelê, di dawiyê de, li şûna ku kurê xwe rawestîne, Çavreş "şîrê xwe lê helal dike". Ev dîmen, wekî îfadeyeke bihêz a paşvekişîna hestên takekesî li hember nirxên civakî derdikeve pêş.
 
Hevjîna Memo, Xezala nûzewicandî jî, di qebûlkirina vê biryarê de zehmetiyê dikişîne. Di cîhana wê de, çûyîna Memo ne tenê tê wateya veqetandinê, di heman demê de windakirina wateya jiyanê ye jî. Diyalogên wan mişt hestiyarî ne; lêbelê, Memo ne evînê, şer hildibijêre. Perdeya yekem bi jixweveçûna Xezalê ku nikare çûna Memo deyax bike, bi dawî dibe. 
 
Perdeya duyemîn di atmosferekê de dest pê dike ku dem zû derbas bûye û bendewarî giran bûye. Xezal ku demeke dirêj ji Memo tu xeber nebihîstiye, di navbera hêvî û bêhêvîtiyê de asê dimîne. Tenêtiya wê li ser dikê vediguhere celebeke monologeke navxweyî, dibe îfadeyeke dramatîk a windakirin, nezelalî û sebrê. Ev bêdengî ji nişkê ve bi xebera saxbûna Memo tê şikandin. Lêbelê, tekst li şûna ku rasterast wê gihîştîna libendemayî bide der, rageşiya dramatîk zêdetir dike. Dema ku Memo vedigere malê, xwe nade nasandin û xwe dixe dilqê "mêvanan" û dixwaze Xezalê biceribîne. 
 
ŞIKESTIN
 
Ev dîmen çarçoveya hizrî û exlaqî ya tekstê bi awayekî herî zelal eşkere dike. Helwesta Xezalê li hember mêvan, bi awayekî eşkere dilsozî û helwesta wê ya exlaqî nîşan dide. Dema ku Memo nasnameya xwe eşkere dike, gihîştin li ber çêbûnê ye; lêbelê, di vê kêliyê de trajedî xwe dide der. Bi hatina ser dikê ya Çavreşê re bûyer ber bi aliyekî neveger ve diçin. Çavreş ku dîmenê şaş şîrove dike, dibêje qey bûka wê bi kesekî xerîb re ye û di cî de kurê xwe dikuje. Lê dema ku rastî eşkere dibe, êdî rewş ber bi tiştekî neveger ve çûye. 
 
FATAL ERROR
 
Ev fînal, dema ku di çarçoveya teoriya tragediya klasîk de bê nirxandin, binyadeke (struktur) trajîk a klasîk pêşkêş dike. Tişta girîng a di berhemê de, mînaka "fatal errorê" ye, ango şaşiya kujîner e. Biryara Çavreşê ku ji ber kêmagahiyê û reflekseke demkî hatiye dayîn, dibe sedema veguherîna bûyeran bo trajediyê. Ev şaşî, tenê ne şaşiyeke takekesî ye, di heman demê de nirxandinek li ser dikê ya sepandina bêguman a normên civakî ye. Bi vî rengî, şano bi dawiyeke dramatîk rageşiya di navbera kiryara takekesî û nirxên civakî de eşkere dike.
 
ZIMAN, ŞÊWAZ Û KARAKTER
 
Dema di warê zimên û şêwazê de bê nirxandin, tê dîtin ku tekst pêwendiyeke xurt bi çanda devkî re daniye. Îfadeyên tekîdkirî, zimanê hestyarî û vegotina ber bi lîrîzmê ve, wekî hêmanên ku bandora sehneyê zêde dikin berbiçav dibin. Diyalog giraniyeke hestyarî ya rasterast û tîr dihewînin ku rîtmeke dramatîk a xurt li tekstê bar dikin. Karakter jî, ji veçirandineke derûnî ya kûr wêdetir, wekî nûnerên hin nirxan hatine avakirin. Memo hesta erk û aîdiyetê, Xezal tîrbûna hestyarî û pabendbûnê û Çavreş jî, normên kevneşopî li ser sehneyê temsîl dike.
 
GIRÎNGIYA WÊ
 
"Memê Alan" ku di Kurdî de yek ji mînakên pêşîn ên zimanê dikê ye, ji teksteke wêjeyî wêdetir, îşaret bi momenta destpêkeke çandî dike. Ev trajediya duperdeyî, wekî teksteke bingehîn, derfetên vegotinê û çarçoveya hizrî ya şanoya Kurdî ya destpêkê eşkere dike.
 
MA / Rêdûr Dîjle