Li Ûrlayê li qada sîtê ya 15 hektarî îmar!

Parve bike:
ÎZMÎR - Qadeke 15 hektarî li gundên Yagcilar û Kûşçûlar ên Ûrlayê ji bo îmarê hat vekirin. Parêzer Şehrazat Mercanê diyar kir ku ew amadekariyan dikin ku li dijî vê biryarê dozê vekin û banga hevgirtinê kir.
 
Li gundên Kûşçûlar û Yagcilar ên navçeya Ûrla ya Îzmîrê, bi planên nû yên îmarê yên ku di 13'ê Adarê de ji hêla Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve hatin pejirandin, "Qada Sîtê ya Xwezayî" ya 15 hektarî ji bo avakirinê/îmarê hat vekirin. Parselên ku di Plana Plankirina Jîngehê ya Herêma Plankirina Îzmîr-Manisayê ya bi pîvana 1/100.000 û Plana Plankirina Jîngehê ya Herêma Bajarê Mezin a Îzmîrê ya bi pîvana 1/25.000 de wekî "Qada Parastina Domdar û Bikaranîna Kontrolkirî" hatin destnîşankirin, di bin "Projeya Lêkolîna Zanistî ya Li ser Bingeha Ekolojîk" de wekî "Qada Parastina Domdar û Bikaranîna Kontrolkirî" ji nû ve hatin dabeşkirin, bi vî rengî ew ji bo îmarê hatine vekirin.
 
Plana îmara sereke ya pîvana 1/5000 û plana îmarê ya 1/1000 ku ji hêla "Koma Xebatê ya Plana Îmarê ya bi armanca parastinê" ve ji bo parselên 40, 52 û 53 yên bloka 227'an hatine amadekirin ku di nav koma 38'an a deverên parastî yên xwezayî de ne û xwedî statuya "erdê çandiniyê" û "herêma ku taybetmendiyên çandiniyê dê werin parastin" in, ji hêla Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve ji bo pêşandana giştî hatine danîn. Plan dê 60 rojan ji bo berpêşkiirinê bimînin ku di vê demê de îtîraz dikarin werin kirin.
 
DÊ VÎLA BÊN ÇÊKIRIN
 
Hat hînbûn ku 85 vîlla dê li qada di nav herêmeke parastina xwezayê de û li qada çandiniyê yên li vê herêmê ku ji bo îmarê hatine vekirin, werin çêkirin. Di heman demê de xelkê herêmê li dijî gefên wêrankirina erdên çandiniyê û zirara li deverên xwezayî nerazîbûn nîşan didin. Amadekariyên vekirina dozê yên li dijî projeyê jî didomin.
 
Parêzer Şehrazat Mercanê diyar kir ku li gundê Yagcilarê 82 hezar metrekare û li gundê Kûşcûlarê 153 hezar metrekare di bin plana îmarê de ne û got: "Plana îmarê ya parastinê li vir ne gengaz e. Jixwe gelek projeyên bi vî rengî hene. Ev nayên rawestandin. Em têkoşîna xwe dikin û em bawer dikin ku her ku dengê me bêtir were bihîstin, ew qas mirov dê ji bo me rabin ser pêyan. Ev herêm xwedî dîrokeke têkoşînên jîngehparêzî û qanûnî ye. Me bi rêya dozên dadgehê rê li ber 40-50 çewligên masiyan girt. Ev deverên pir hesas in. Ev erd aîdî hemû Tirkiyeyê ye. Ne tenê ji ber ku malên me li nêzîk in. Her kes tê vir da ku di deryayê de avjeniyê bike û hewaya paqij bistîne. Vekirina van deveran ji bo avakirinê dê avhewayê jî biguherîne. Gundên me nikarin vê avakirina zêde ragirin. Ev dever xwedî dabeşkirinên xwezayî ne. Wekî din, ev dever di planên asta bilind de erdên çandiniyê, daristan û zeytûnan in. Ew di heman demê de deverên bi qanûnî yên parastî ne. Lê ew dixwazin derya û xweza ji bo wan be. Di demeke nêzîk de ew ê me jî ji wir derxînin."
 
DÊ DOZ BÊ VEKIRIN
 
Şehrazat Mercanê diyar kir ku planên îmarê niha sekinandî ne û got: "Piştî ku plan bên çalakkirin, divê di nav 60 rojan de doz were vekirin. Em ji bo vê yekê amadekariyan dikin. Em ê doza xwe vekin û têkoşîna xwe bidomînin."