Deşta Mûşê bi kulîkên sor xemilî
MÛŞ - Bi germbûna hewayê re, kulîlkên sor ên ku li Deşta Mûşê vebûne, rengîniya xwezayê ziyaretvanan mest dike.
Van demên ku mehên biharê cihê xwe ji havînê re dihêlin, Deşta Mûşê her roj bi rengekî nû dixemile. Bi germbûna hewayê re, kulîlkên sor ên ku li Deşta Mûşê derketine holê, dîmenên pir xweş nîşan didin. Dîmenê kulîlkan a ku bi deşta kesk a Mûşê sor dike, her kesî mest dike, kesên ku tên serdanê jî vî dîmenê bedew bi telefonên xwe dikişînin.
Kulîlka sor ên ku li cîhanê li herêmeke berfireh belav bûye, li gora şert û mercên avhewayê yên herêmê, di mehên cuda de vedibe. Li Mûşê jî ev kulîlkên ku nêzî hefteyekê ye vebûne, bi zêdebûna germahiya havînê re dê hişk bibin û temenê xwe yê îsal biqedînin.
MA / Can Kirbaş