Dayikên Şemiyê ji bo Kerboranê edalet xwestin 2024-11-02 14:27:41 STENBOL - Di hefteya 1023’yemîn a çalakiya Dayikên Şemiyê de ji bo 3 jê zarok 8 kesên beriya 29 salan li Kerboranê hatin binçavkirin û piştî demekî dirêj hestiyên wan hatin dîtin edalet hate xwestin.  Dayikên Şemiyê di hefteya 1023'yan a çalakiya xwe de bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin li Qada Galatasarayê kom bûn. Dayikên/Mirovên Şemiyê qurnefîl û wêneyên xizmên xwe hilgirtin, gelek parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Davût Altûnkaynak (12), Seyhan Dogan (13), Nedîm Akyon (16), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdûrrahman Olcay (20), Abdurrahman Coşkûn (21) û Suleyman Seyhan (57) ên li navçeya Kerboran a Mêrdînê di navbera 29’ê cotmeh û 8’ê mijdara 1995’an de hatibûn binçavkirin û careke din agahî ji wan nehate girtin hate pirsîn.   Keça Nezîr Dûman ê di bin çavan de hate windakirin, Newroz Dûman a di daxuyaniyê de axivî diyar kir ku di windakirinên di bin çavan de ku dewlet faîlê wan e polîtîkaya necezakirinê tê pêkanîn û qala pêvajoya windakirina qurbaniyan kir. Dûman, da zanîn ku Çawişê pispor Bîlal Batirir ê li Tabûra Cendermeyan a Kerboranê peywîrdar ji ber ku cihê windakiriyan got dibe ku tiştên li taburê qewimîbûn bibeje hate windakirin. Dûman, bal kişand ku di pêvajoya darizandinê de delîl û îfadeyên şahidan hene ku windakirî çawa û ji aliyê kê ve hatine windakirin û da zanîn ku 18 bersûcên dihatin darizandin beraet kirin.    ‘EM Ê DEST JI DAXWAZA EDALETÊ BERNEDIN’    Dûman, bang li Dadgeha Bilind kir ku ji bo darizandineke adilane peywîra xwe bi cih bîne û got: “Çend sal derbas bibin bila derbas bibe em ê ji bo kesên li Kerboranê hatine windakirin dest ji daxwaza edaletê bernedin.”    Pişt re kekê Seyhan Dogan, Kadîr Dogan jî axivî û wiha got: “Em bi dayik û bavê xwe re her tim dihatin vir. Êdî nikarin werin, min dewr girt. Îro rojbûna dayika min bû. Em li edaletê digerin lê li vî welatî nîne.”    Daxuyanî bi danîna qûrnefîlan a li Qada Galatasarayê bi dawî bû.