Hevşaredara Êlihê Sonuk: Em ê vê rejîma xespkar qebûl nekin 2024-11-04 08:27:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hate tayînkirin, wiha got: “Me tu caran ev rejîma talanker û xespkar qebûl nekir û dê qebûl nekin jî.”  Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk li Şaredariya Êlihê qeyûm tayîn kir. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk têkildarî tayînkirina qeyûm li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir. Sonuk, bertek nîşan da û wiha got: “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi dengên jin, ciwan û gelê me, bi saya kedê gelê me li seranserî Tirkiyeyê bi rêjeya herî mezin em hatin hilbijartin. Beriya ku teblîxatek were şandin, di saetên serê sibehê de şaredariya me hate xespkirin. Me tu caran ev rejîma talanker û xespkar qebûl nekir û dê qebûl nekin jî. Şaredarî yên gel in.”