Li Êlihê berteka ewil dayika Îpek Er nîşan da: Ma qet şerefa we tune ye 2024-11-04 09:26:23 ÊLIH – Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê berteka ewil ji dayika Îpek Er hat. Welatiyên hatin pêşiya şaredariyê jî dirûşma “Qeyûmên dizek dê biçin hûn ê hesabê bidin gel” berz kirin.    Li Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de qeyûm hate tayînkirin. Piştî tayînkirina qeyûm, Hevşaredar Gulistan Sonuk û kesên pê re çûn pêşiya şaredariyê. Berteka ewil jî dayika Îpek Er nîşan da ku ji ber destdirêjiya çawişê pispor Mûsa Orhan hatibû û di 1’ê tîrmeha 2020’ê de întîhar kiribû. Dayika Îpek Er bi gotina “Ma qet şerefa we tune ye” nîşan da. Welatiyên hatin pêşiya şaredariya dorpêçkirî jî dirûşma “Dê qeyûm biçin û hûn dê hesabê bidin gel” berz kirin. Welatiyên hatin pêşiya şaredariyê hêj li wir disekinin.      İPEK ER'İN ANNESİNDEN KAYYIMA TEPKİ Mêrdîn Büyükşehir Belediyesi, Êlih Belediyesi ve Xelfetî Belediyesi'ne kayyım atandıhttps://t.co/f56b76XnK1 pic.twitter.com/5QgG3MdbwC — Mezopotamya Ajansı (@MAturkce) November 4, 2024