Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Demîr: Li dijî îradeya gel derbe hat kirin 2024-11-04 09:29:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û wiha got: “Îktîdarê careke din li dijî îradeya gel darbe kir.”  Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de bûn qeyûm tayîn kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Îro di danê sibehê de careke li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê qeyûm hate tayînkirin. Îktîdarê careke din li dijî îradeya gel darbe kir. Gelê me beriya niha bi du caran li dijî xespkirina îradeyê seknekî zelal nîşan da. Li ser sindoqê nîşan da ku van polîtîkayan qebûl nake. Tevî van jî îktîdar di xespkirina îradeyê de israr dike û ev yek nîşaneya tunebûna wê ya siyasî ye. Bi vê siyaseta rizî, bi van polîtîkayên xespê dê nekare encamekê bi dest bixe. Me duh qebûl nekir û dê îro jî qebûl nekin. Banga me ji bo tevahiya gelê me ew e ku li dijî vê xespkirina îradeyê bên pêşiya şaredariyê û xwedî li îradeya xwe derkevin. Şaredarî yên gel in. Qeyûm, derbe ye.”