Li dijî qeyûman banga têkoşînê 2024-11-07 09:57:53 STENBOL- Serokê Dev Yapî-Îşê Ozgur Karabûlût û Endamê Meclisa Ciwanan a HDK'ê Demîrcan Atakan destnîşan kirin ku divê têkoşîna li dijî qeyûmên hatine tayinkirin li kolanan bê pêşxistin. Ahmet Ozerê ku li navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê bi modela "Lihevkirina bajêr" hat hilbijartin, di 30'yê Cotmehê de bi hinceta îdiayên 10 sal li ser wî hatibûn kirin, hatibû binçavkirin û girtin. Li şûna Ozer ku ji wezîfeyê hat girtin, Cîgirê Waliyê Stenbolê Can Aksoy wekî qeyûm hat tayînkirin. Di heman demê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlih û Şaredariya Xalfetî ya Rihayê hat kirin.    KARABÛLÛT: XESPKIRIN LI HER DERÊ HEYE   Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Înşaatê û Rêyan (Dev Yapı-Îş) Ozgur Karabûlût diyar kir ku yên li dijî desthilatê têdikoşin gelek caran bi polîtîkayên bi heman rengî re rû bi rû dimînin. Karabûlût got: "Eger em nikaribin xeta têkoşînê ya li dijî qeyûman berfireh bikin, wê sibe heta Stenbol û Îzmîrê biçin. Kî li hemberî desthilatdariya AKP'ê rabe, bi sedemên pûç tên girtin. Ji ber vê yekê divê em li dijî vê bêhiqûqiyê peyama herî xurt bidin.”    Karabûlût diyar kir ku desthilat bi qeyûman refleksa gel dipîve û got: "Berxwedana gel di vî warî de xwedî girîngiyeke mezin e. Vegerandina Şaredariya Esenyûrtê bi taybetî jî qeyûmên li navçeyên Kurdistanê girêdayî têkoşîna me ye. Wekî karker û kedkar em her tim li dijî polîtîkaya qeyûmê ne. Desteserkirina îradeyê tenê ne di qada siyasî de, di hemû qadên jiyanê de xwe dide der."    Karabulût bilêv kir ku qeyûm karker û kedkaran bê kar dihêle û bal kişand ser têkoşîna hevpar.    TÊKOŞÎN   Endamê Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Demîrcan Atakan destnîşan kir ku kurd ji sala 2016'an û vir ve li dijî qeyûman têkoşînê didin û got: "Hem gelê kurd hem jî beşên cuda yên civakê berê jî ev rejîma qeyûman dîtiye. Bi heman awayî me pêşbînî kiribû ku ev yek pêk were. Ahmet Ozer ku bi Lihevkirin Bajêr re hat hilbijartin, ji wezîfeyê hat girtin û ew şandin girtîgehê. Têkoşîna me wê wekî ya li Wan û Colemêrgê be. Wê helwesta me heman tişt be."   Atakan anî ziman ku qeyûm tenê bi şaredariyan re sînordar namînin û bi bîr xist ku qeyûm li zanîngehan jî tên tayînkirin. Atakan got: "Ev rejîma qeyûm tenê bi bajar û şaredariyan re sînordar namîne. Li zanîngehan jî li ciwanan dide. Lewma divê em berê xwe bidin navnîşana ku têkoşîn rê me dide. Ev jî kolan in. Rêxistinên ciwanan wê li wir bin, wê li kuçe û kolanan bin."