PDK’ê nûnerên HDP’ê ji Hewlêrê derxist 2024-11-08 14:26:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Asayîşa PDK’ê endamên Nûnertiya Herêma Federe ya Kurdistanê ji Hewlêrê derxist.    Asayîşa PDK’ê berdevk û endamên nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Herêma Kurdistanê ji Hewlêrê dersînorkirin.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; Berdevkê Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Hikmet Hatîp û endamên nûnertiyê Aydîn Yalvaç, Sitki Vakar û Nasir Yagiz ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve ji bo asayîşê hatine vexwendin.   Hate zanîn ku piştî hatin vexwendin, asayîşê bi darê zorê li wesayîtan siwarkirin û ji sînorên Hewlêrê derxistin. Berdevk û endamên HDP’ê li du wesayîtan hatine siwarkirin û dersînorê Hewlêrê kirine. Hate zanîn ku asayîşê endaman li nêzî sînorê Silêmaniyê hiştine.   Der barê mijarê de heya niha hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê û HDP’ê jî daxuyaniyek fermî nedane.   Li gorî agahiyan tê payîn berdevk û endamên HDP’ê yên ji Hewlêrê hatine dersînorkirin, di saetên pêş de li Silêmaniyê daxuyaniyê bidin.