Hinceta cezayê ku li Sûbaşî hatiye birîn: Xebatên kurdî 2024-11-21 09:00:40 STENBOL - Di hinceta cezayê ku li Hevserokê berê yê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyub Subaşi bi îdiaya "endamtiya rêxistinö" hat birîn de, hevdîtina bi rêya telefonê ya bi kesên xwestine kurdî hîn bibin, sûc hatiye hesibandin.  Li Hevserokê berê yê Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê Eyyub Subaşi di rûniştina dozê de ku di 18’ê Cotmehê de pêk hat de bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” û "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dadgeha Cezayê Giran a 24'an a Stenbolê sedema biryara xwe eşkere kir. Di biryara bi hincet de, îfadeyên ku Subaşi tê de beşdar bûye, parvekirinên medyaya sanal, tapeyên telefonê û xebatên komeleyê wekî hincet hatine nîşandan.   DAXUYANIYÊN ÇAPEMENIYÊ SÛC HATINE HESIBANDIN   Tevlîbûna Subaşi ya ji bo salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî sûc hatiye dîtin. Hat îdiakirin ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) "piştgiriya PKK'ê dike". Hat diyarkirin ku di “Meşa ji bo mirovahiyê ya li dijî çekên kîmyewî” ku bi pêşengiya HDP’ê hat lidarxistin de, dirûşmeya “Çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye” hatiye berzkirin û Subaşi beşdarî meşê bûye.   PARVEKIRINÊN MEDYAYA DIJÎTAL   Parvekirinên medyaya dijîtal ên Subaşi jî wekî sedem hatin nîşandan. Parvekirina nûçeya bi sernavê "Grevên birçîbûnê bi dawî bûn" a di 12'ê Îlona 2021'ê de sûc hatiye dîtin. Dîsa hat derpêşkirin ku Subaşi nûçeya bi sernavê "Cenazeyê Garîbe Gezer a li girtîgehê bi guman jiyana xwe ji dest da, di 10'ê Kanûna 2021'ê de ji aliyê jinan ve bi dirûşmeya 'Şehîd Namirin' ji morgê hatiye girtin" parve kiriye û bi peyva "şehîd" propagandaya rêxistinê kiriye. Hêjayî gotinê ye ku şopandina kovarên "Jin" û "Rojê Kurdî" yên Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) jî wekî hincet hatiye nîşandan.    Hat îdiakirin ku komeleya ku Subaşi hevserokê wê bû "di bin kontrola rêxistinê de ye". Serlêdanên Subaşi yên ji bo qeydkirina xwendekaran a li komeleyê û lêçûnên qeydkirinê yên kesên ku dixwestin kurdî hîn bibin wekî sûc hatine dîtin.   Parêzerên Subaşi dê îtîrazê li biryarê bikin.