Li Rihayê jinek hate qetilkirin 2024-11-22 14:05:00 RIHA - Jina bi navê Leyla Uren ku demekî dirêj agahî jê nedihatin girtin, li Rihayê di mala tê de dijiya bi awayekî qetilkirî hate dîtin.  Jina bi navê Leyla Uren (43) ku li Taxa Bahçelîevlerê ya navçeya Halîliye ya Rihayê dijiya û demekî dirêj bû agahî jê nedihat girtin, bi awayekî qetilkirî hate dîtin. Malbata Leyla Uren a agahî ji keça xwe negirt, agahî dan polîsan. Li ser vê yekê komên tenduristiyê û polîs çûn mala Leyla Uren lê dijiya û dîtin ku bi kêrê hatiye qetilkirin. Hat destnîşankirin ku Leyla Uren a ku bi eslê xwe ji Amedê ye, li Rihayê dima.    Cenazeyê Leyla Uren birin morga Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.