Li Qoserê ji ber barîna zêde malek tebiqî: 2 kes birîndar bûn 2024-11-25 10:09:10   MÊRDÎN - Ji ber barîna zêde li gundê Dihemê yê Qoserê malek tebiqî û 2 welatiyên di bin de mabûn birîndar bûn.    Şevê din li gundê Dihemê yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji ber barîna zêde maleke ji kerpîçê tebiqî. Dema avahî tebiqî 2 welatî di bin de man. Welatî bi alîkariya gundiyan û komên AFAD’ê bi birîndar hatin derxistin. Piştî mudaxileya ewil, her du welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.    Tedawiya welatiyan a li nexweşxaneyê didome.