Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin 2024-11-25 13:47:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê zarokê 10 salî yê ku 2 roj berê li Herêma Federe ya Kurdistanê winda bûbû, di Çemê Zê de hate dîtin.    Zarokê bi navê Şiya Şahîn ê 10 salî 2 roj berê li gundê Kilêsê yê navçeya Aştî ya Herêma Federe ya Kurdistanê winda bûbû. Cenazeyê zarokî di Çemê Zê de hate dîtin. Midûriyeta Parastina Sivîlan a Koyê da zanîn ku cenazeyê zarokî hatiye dîtin û radestî malbata wî hatiye kirin.