DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin 2024-11-26 13:45:02 AMED - DFG’ê destnîşan kir ku Çapemeniya Azad ji ber ku heqîqetê radigihîne lewma hedef tê girtin û banga berdana rojnamegeran kir.  Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî binçavkirina rojnamegeran daxuyaniyeke nivîskî weşand. DFG’ê diyar kir ku careke din bi serdegirtinên malên rojnamegeran dest bi rojê kirine û wiha got: “Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Eskîşehîrê de Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, rojnameger Erdogan Alayumat, Ahmet Sumbul, edîtora Bianetê Tugçe Yilmaz, Mehmet Uçar û helbestvan Hîcrî Îzgoren ku salên dirêj e di gelek rojnameyan de gotaran dinivîse û derhêner Ardin Dîren û gelek kesên din hatin binçavkirin.”    ‘EM BINÇAVKIRINAN QEBÛL NAKIN’   Daxuyanî wiha berdewam kir: “Em van binçavkirinên îktîdar bi mebesta yektîpkirinê, nixûmandina rastiyan dike qebûl nakin. Aqilê ku bi rêya ‘qanûna sansûrê’, ‘sîxûriya tesîrê’ û hwd. hewl dide sansûrê asayî nîşan bide, bi operasyonên girtin û binçavkirinan hewl de vê rewşê mayinde bike. Çapemeniya Azad ji bo ragihandina heqîqetê têdikoşe lewma hedef tê girtin. Feraseta ku bi rêya binçavkirinan hewl dide heqîqetê veşêre, mîna duh dê îro jî nekare encamekê bi dest bixe. Dê Çapemeniya Azad dev ji şopandina rêya heqîqetê bernede û rastiyê bigihîne tevahiya raya giştî. Em binçavkirina rojnamegeran qebûl nakin û dixwazin ku tavilê bên berdan. Di serî de raya giştî ya demokratîk, em banga xwedîderketina mafê xwe yê agahîgirtinê li her kesî dikin. Em bang li hemû rêxistinên pîşeyî dikin ku piştevaniyê bikin û dengê xwe bilind bikin. #Gazeteciliksuçdegildir.”