Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn 2024-11-27 09:01:56   STENBOL - Qeymeqamtiya Îskenderûnê, di doza MCG Towerê de ku di erdheja Mereşê de hilweşiya û 14 kesan jiyana xwe ji dest da de, nehişt der barê peywirdarê cemaweriyê Tayfûn Kaba de lêpirsîn bê destpêkirin.    Di doza MCG Tower a li Îskenderûnê de ku di erdheja 6'ê Sibatê ya navenda wê Mereşê de hilweşiya û 14 kes di bin xirbeyên wê de mirin, qeymeqam destûr neda der barê endezyarê şaredariyê Tayfûn Kaba de bê vekirin. Avahiya navborî beriya erdhejê bi 3 salan hatibû avakirin û di lêpirsîna ji bo xerakirina wê de qeymeqamtiyê daxwazê red kiribû. Hat parastin ku kiryara ji bo endazyarê înşeatê û peywirdarê şaredariyê Tayfûn Kaba de hatiye kirin li gor Rêziknameya Erdhejê ya 2007'an e. Qeymeqamtiyê ji ber vê yekê, nehilt der barê Tayfûn Kaba ku projeya statîkê ya MCG Tower erê kiribû de, lêpirsîn bê destpêkirin.    Rapora pêzaniyê ya ji aliyê Zanîngeha Teknîkê ya Konyayê ve hat amadekirin, wekî palpişt ji bo biryarê hat nîşandan. Di rapora pêzaniyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Konyayê de nirxandina "Nirxa lezdaniyê ya erdhejê li dijî rastiyê wekî 0.7 g hatiye nirxandin. Lê belê, ji bo MCG Towerê nirxa sîtasyonê ya herî nêz a hatiye pîvandin di nav sînorên Rêziknameya Erdhejê de ye" wekî palpişt hatiye nîşandan. Lê belê, tespîta Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) jî di dosyeyê de cih girtiye. Tespîta AFAD'ê lezdaniya erdhejê wekî 0.17 hatiye diyarkirin.    MA / Yeşîm Tukel