Ozel ji dozger Gurlek re got: Nebe amûra hin kesan 2024-11-29 12:47:33   STENBOL - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel çû serdana Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer û wiha bang li dozger Akin Gurlek kir: “Ez te hişyar dikim, bi qedera welatekî nelîze, nebe amûra hin kesan.”    Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel çû serdana Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer ê li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) tê ragirtin ku piştî girtinê li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin. Ozel, piştî serdanê daxuyanî da û bal kişand ser Serdozgerê Stenbolê Akin Gurlek. Ozel, wiha got: “Çi sûcên Ahmet Ozer tune ne. Bi destê Akin Gurlek li dijî endamê partiya me Ahmet Ozer hiqûqa dijminatiyê xistine meriyetê. Ez te hişyar dikim, bi qedera welatekî nelîze, nebe amûra hin kesan.”   Ozel, got ku li dijî Ozer “kompas” hatiye kirin û wiha bi dawî kir: “Ez gotina dawî ji ewil bikin. Kesên kompasên mîna FETO’yiyan dikin dê encamekî FETO’yî bijîn. An dê birevin an jî dê mîna Zekeriya Oz weke mişkan ji vî welatî birevin. Dema roj hat û kesên ewqas jê bawer dikin xwe kişandin aliyekî, dê cezayê ve bikişînin.”