Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin 2024-12-19 12:16:23 DÎLOK - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku ew bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rawestandina êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” bûne û banga tevlibûna daxuyaniya li Enqereyê kirin.  Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” dan destpêkirin. Meş, di roja 4’emîn de didome. Nûnerên partiyên siyasî û yên gelek rêxistinên civaka sivîl jî tev li meşê bûne. Tê payin ku meşvan sibê bigihijin Enqereyê. Meşvan dê bi tevlibûneke girseyî li Enqereyê daxuyaniyê bidin.    Meşvanan, li her navendên gihiştinê ji bo êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên sekinandin û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, banga têkoşînê kirin. Gel jî piştgiriyeke mezin da meşvanan.    Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li Dîlokê tev li meşê bûn, girîngiya meşê vegotin û banga tevlibûna daxuyaniya li Enqereyê kirin.    ‘NIFTEYA AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’     Dayika Aştiyê Meryem Turan anî ziman ku armanca meşê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û wiha got: “Dayikên Aştiyê şer naxwazin û bila meşa me bibe wesîleya aştî û azadiyê. Bi êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re gelê Kurd tê qetilkirin. Dixwazn bi van êrişan qadê ji çeteya re vekin. Xaka Rojava bi xwîna zarokên Kurd hate avakirin. Banga me ji bo serokkomar ew e ku şerekî nû nede destpêkirin. Bila destên xwe ji bo aştiyê dirêj bike. Bila aştiyeke birûmet pêk bîne. Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Heke ew qilfa Îmraliyê neyê vekirin dê şerê qirêjî bidome.”   Ji Dayikên Aştiyê Sakîne Behçet jî wiha got: “Em naxwazin zarokên tu kesan bimirin. Bila zexta li Rojava bi dawî bibe, Rojava ji DAIŞ’ê xelas bû û bila dinya xweş bibe. Ma heq nîne mirov ji bo Rojava bimeşe? Divê Abdullah Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.”    ‘BILA ÊRIŞ BÊN SEKINANDIN’     Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç jî got ku tevî hemû êrişan jî Kurd daxwaza aştî û demokrasiyê dikin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên sekinandin. Em van êrişan şermezar dikin. Bila bi aştiyane ser maseyê rûnin û pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo tecrîda ser Abdullah Ocalan were rakirin û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin em dimeşin. Divê her kesên aştî, azadî, demokrasî û aramiyê dixwazin tev li meşê bibin.”    JI BO DAXUYANIYA LI ENQEREYÊ BANG KIR      Rêveberê Şaxa TARIM ORKAM-SEN’ê ya Amedê Nasir Demîrkiran jî got ku ji bo şer bi dawî bibe ji Amedê bi rê ketine û xwest pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Demîrkiran, diyar kir ku sedema krîzêna borî, siyasî û civakî neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û bang li her kesî kir ku ji bo welatekî demokratîktir sibê beşdarî daxuyaniya li Enqereyê kir.    ‘HÛN NIKARIN PIRSGIRÊKA KURD BI VÊ RÊYÊ ÇARESER BIKIN’      Endamê PM’a DBP’ê Abdulhekîm Gulmez jî da zanîn ku eleqeyeke zêde ji bo meşa wan heye û got: “Armanca me ne rakirina tecrîdê lê azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Îktîdarê heta niha jî bi tecrîdê tiştek bi dest nexist û dê nekare bi heman rêbazan pirsgirêka Kurd çareser bike. Ji bo komareke demokratîk û çareseriyên pirsgirêkên Rojhilata Navîn, hewceye birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Çareserî ne ew e ku hûn cîhadîst, barbar û DAIŞ’iyên ji her çar aliyên cîhanê li wir kom bikin. Rêbertiya me di hevdîtina dawî de ku ew xwedî îradeya çareseriyê ye. Em jî li gel vê gotinê ne û em jê bawerin. Bi taybet jî banga min ji bo Kurdan ew e ku xwedî li Rojava derkevin û li dora Rêbertiya xwe bibin yek. Divê dinya êdî vê bizane, tu hêzên li Rojhilata Navîn 40 milyon Kurdan esas negirin nikarin çareseriyekê pêş bixin.”    MA / Rûkiye Adiguzel - Adnan Bîlen