'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’ 2024-12-19 14:50:31   ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Semra Çaglar Gokalp bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Di demeke Kurdên li aliyên din ê sînor tên bombebarankirin de hûn ê çawa Kurdan ji bo pêkvejiyanê qaneh bikin?”    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bedlisê Semra Çaglar Gokalp û Parlamentera Êlihê Zeynep Oduncu Kutevî li Lijneya Giştî ya Meclisê di hevdîtinên budçeya 2025’an de axivîn.    ‘DEMA HÛN BOMBEBARAN DIKIN DÊ ÇAWA AŞTIYA NAVXWEYÎ BIKIN?’    Semra Çaglar Gokalp, diyar kir ku kesên li Sûriyeyê pişta xwe bi komên çete û paramîlîter germ dikin ne li gel çareseriyê lê li gel kaosê ne û wiha got: “Dema li Rojava jin ji hêla çeteyan ve dîl tên girtin, li vir hin kes keyfxweş dibin. Di vir de pirsgirêkek heye. Di rewşeke wiha de li vî welatî Kurd dê xwe çawa biewle hîs bikin? Li derve polîtîkaya tunekirina destkeftiyên Kurdan dimeşînin. Di rewşeke wiha de hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin? Di demeke li aliyê din ê sînor Kurd tên bombebarankirin de hûn ê Kurdên li vir çawa ji bo pêkvejiyanê qaneh bikin? Ev yek dê çiqas rast be? Hinek li ser vê bifikirin. Ji bo êrişî Kobanê bikin li benda firsendê ne. Di vê rewşê de hûn ê Kurdan çawa ji bo aştiyê qaneh bikin? Ji bo baweriyê divê hûn dev ji polîtîkayên ewlehiyê berdin. Bawerî bi demokratîkbûnê û misogerkirina mafên gelê Kurd û gel û baweriyên din dibe.”    ‘JI VÊ PERSPEKTÎFÊ NETIRSIN’   Semra Çaglar Gokalp, wiha domand: “Gotina ‘em bira ne’ têr nake. Divê ev biratî bi destûra bingehîn were misogerkirin. Ev jî bi mutabeqetê, hemwelatiya wekhev û bi destûra bingehîn dibe. Destûreke bingehîn a yekperestiyê ferz dike nabe çareserî. Pêkevejiyana azad a li Rojava ji bo Tirkiyeyê gef nîne, berevajî vê perspektîfa çareseriyê ye. Ji vê perspektîfê netirsin. Li Rojhilata Navîn heman xeletiyan dubare nekin, ev yek ne tenê bi Kurdan dê bi hemû gelan bide windakirin. Çareserî, bi aştiyeke birûmet û yekitiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn pêkan e. Çareserî, komareke demokratîk a li ser esasê neteweya demokratîk e. Paradîgmaya Neteweya Demokratîk, li dijî modernîteya kapîtalîst a dijbertiyê ferz dike, tekane rêya çareseriyê ye. Bi vê paradîgmayê em dikarin pergaleke civakî ya demokratîk ava bikin.”    ‘PARASTINA RÛMETA MIROVAHIYÊ YE’   Parlamenter Zeynep Oduncu Kutevî jî wiha got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Kurd, Ermen, Suryan, Ereb û gelek gelên din pêk tê. Liberrabûna vê zîhniyeta şer û tundiyê, parastina rûmeta mirovahiyê ye. Divê kesên hewl didin dengê Rojava qut bikin bizanin ku ev deng dengê aştî, azadî û edaletê ye.”    Zeynep Oduncu Kutevî, dema li ser kursiyê bi ingilizî axivî mîkrofona wê nehate girtin lê dema bi Kurdî bang kirî, Serokwekîlê Meclisê yê AKP’ê Bekir Bozdag mîkrofana wê girt.