'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne' 2025-01-15 14:54:04 STENBOL - ÎHD’ê di çarçoveya kampanyaya “Şandina pereyan a ji girtiyan re” de li Stenbolê ji endama xwe Hatîce Onaran re pere şand. Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, got: "Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne."  Kesên ji girtiyan re pere şandin bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” ceza lê hatibûn birîn û hatibûn girtin. Kampanyaya li dijî van girtinan hatiye destpêkirin didome. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Hatîce Onaran a ji sedî 79 astengdar e, bi heman hincetê bi îdiaya "Fînansekirina rêxistinê” hate girtin û 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Şaxa ÎHD'a Stenbolê di çarçoveya kampanyaya “Şandina pereyan a ji girtiyan re” de ji endama xwe Hatîce Onaran re pere şand.    ÎHD’î li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê hatin cem hev û daxuyaniyeke kin dan. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û endamên ÎHD'ê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta "Hatîce Onaran ne bi tenê ye" hat hilgirtin.   'ŞANDINA PEREYAN SÛC NÎNE’   Gulseren Yolerî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Weke ÎHD’ê me banga xwedîderketina li girtiyan kir û em jî berdewam dikin. Hevgirtina bi girtiyan re ne sûc e. Şandina pereyan ji girtîgehê re ne sûc e. Li dijî hiqûqê ye ku Hatîce weke girtiya nexweş di girtîgehê de bimîne. Em ê hevgirtina xwe ya bi Hatîceyê re bidomînin. Em bang li rayedaran dikin ku van sûcdaran ji holê rakin."   Piştî daxuyaniyê bi rêya PTT'ê pere ji Hatîce Onaran re hatin şandin.