Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan 2025-01-16 15:12:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Kantona Firatê li dijî komkujiya dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê şevê din li Bendava Tişrînê kirin, li Kobanê daket qadan.  Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê şevê din li Bendava Tişrînê komkujî kir. Bi hezaran welatiyên Kantona Firatê li dijî komkujiyê li bajarê Kobanê daketin qadan. Meş, li Qada Jina Azad a li navenda Kobanê dest pê kir û welatiyan bi dirûşman bertek nîşanî komkujiyê dan. Meş, li Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê.    ‘TEVÎ ÊRIŞAN JÎ DÊ BERXWEDANA ME BIDOME’   Li gorî nûçeya ANHA’yê; Cîgira Hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî. Mizgîn di axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bendava Tişrînê û konvoya gel ku duh ber bi bendavê ve diçû, şermezar kir.   Mizgîn Xelîl, diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî hovane êrişên xwe li ser bendavê didomîne û wiha got: “Sûcên şer û yê qirkirinê tên kirin. Îro li pêşiya çavê tevahiya cîhanê ev kiryar tên kirin, ambûlans, gel û rojnamevan tên hedefgirtin. Lê gelê bi israreke herî mezin û bi moral li ber xwe didin û êrişên dagirkeriya Tirk têk bibin.”   Mizgîn Xelîl bang li gel kir ku divê li kêleka şervanên xwe bibin xelek û wiha pê de çû: “Divê gelê me xwedî li hêza xwe derkevin, li hember êrişên dagirkeriyê bibin bend û her tim divê em hêza xwe û welatê xwe ji dagirkeriyê biparêzin.”   Meş bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.