Rêveberiya Xweser: Peyman dê bingeha avakirina Sûriyeya Demokratîk ava bike 2025-03-12 14:19:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku peymana hatiye îmzekirin dê bingeha çareseriya kirîzan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk û yekbûyî ava bike.  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî peymana di 10’ê Adarê de di navbera Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê de hate îmzekirin, daxuyaniyeke nivîskî da.    Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de wiha hate gotin:    “Peymana ku di navbera birêz Ehmed El Şerai û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlum Ebdî de hatiye îmzekirin, peymaneke girîng û dîrokî ye di vê qonaxa hestiyar û dijwar de ku Sûriyeyê tê re derbas dibe piştî rûxandina rejîma Baasê. Em tekez dikin ku ev lihevkirin û bendên wê piştrast dikin ku bijarteya tekane ew e ku em pirsgirêka xwe bi diyalogê çareser bikin. Di heman demê de helwesta me ya hertimî ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyeyê û pêkhateya wê ya civakî diyar dike. Ev pêngaveke erênî û girîng e di navbera hemû aliyên Sûriyeyê de. Weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê weke berê bi ruhê berpirsyariyê pêşengiya vê pêvajoyê bikin.   Ji roja yekem a rûxandina rejîma Baas ve, me weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekezî li ser girîngiya lihevkirina di navbera hêzên curbicur ên niştimanî yên Sûriyeyê û destpêkirina diyaloga niştimanî ya Sûriyeyê kir ku bibe bingeha çareserkirina aloziya Sûriyeyê û avakirina Sûriyeke yekgirtî û demokratîk.   Bi vê boneyê em gelê xwe pîroz dikin ji ber vê pêngavê ku weke serkeftinek ji bo tevahiya gelê Sûriyê tê dîtin û bû asteng li pêşiya hemû kesên ku hewl didin serkeftinên ku gelê me bi dest xistine, alozî û parçebûnê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de têk bibin.   Rejîma berê sala 2004’an nikarîbû têkiliya dîrokî ya navbera gelên herêmê bi taybet gelên Kurd û Ereb têk bibe ku piştî wê gelê me li dijî zilmê serî hilda. Em ê çi ji destê me bê ji bo parastina yekitiya gelê xwe û destkeftiyên xwe, bikin. Bi vê boneyê em şehîdên serhildana Qamişlo bi serbilindî bi bîr bînin. Ev lihevkirin gaveke girîng e ji bo pêkanîna hêvî û daxwazên we. Ev lihevkirin dê bigihije armancên xwe û aşitî li herêmê pêk bê.”