Jinan li Amedê şitil danîn 2025-04-20 15:24:09   AMED - Jinên li navçeya Peyasê hatin gel hev, şitil danîn.    Jinên ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin gel hev, li Parka 75’ê ya li navçeya Peyasê ya Amedê şitil danîn. Siyasetmedarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin. Piştî danîna şitilan, jinan govend gerandin.