‘Daxwaza me ya ji bo azadiya birêz Ocalan dê neguhere’ 2025-04-20 15:24:50   ŞIRNEX - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan di kongreya DBP’ê ya Cizîrê de axivî û got: “Daxwaza me ya ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dê neguhere. Heta azadî çênebe jî dê gelê Kurd ji tu gavan bawer neke.”    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi dirûşma “Bi rêxistiniya xwe em civaka azad ava dikin” 2’yemîn Kongreya Asayî li dar ist. Kongre, li baxçeyê avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat lidarxistin. Di kongreyê de pankartên “Bêyî azadiya jinê sosyalîzm nabe”, “Me bi ciwantî dest pê kir dê bi ciwantî bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin daliqandin.    Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî endama Meclisa Partiyê (PM) a DBP’ê Bêrîvan Helen Işik axivî û got: “Banga birêz Abdullah Ocalan li gorî ruhê pêvajoyê bû. Lewma divê em daxilî vê pêvajoyê bibin. Di vê pêvajoyê de du xalên esasî hene. Yek ji wan xwerêxistinkirin û ya din jî perwerde ne. Heke perwerde nebin rêxistinî nabe lewma divê her du bi hev re bimeşin. Ji bo em xwe û zîhniyeta xwe nû bikin, ev kongre girîng in.”    BAL KIŞAND SER ‘AZADIYÊ’     Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: "Li bendê bûn ku piştî hevdîtina bi Serokkomar re, bi Wezareta Dadê re hevdîtin were kirin. Lê gelê Kurd hêj li bendê ye. Vê hefteyê dê komeqanûnek were Meclisê. Em nizanin di hundirê wê de çi heye. Gel li bendê ye. Gotina birêz Ocalan a ‘Ne gotin divê pratîk hebe’, ne tenê ji bo me di heman demê de ji bo dewletê ye. Gelê Kurd piştgiriyê dide vê pêvajoyê lê heke polîtîkayên înkar û îmhayê hebin, heke li Cizîrê mirov nekarin şîna xwe deynin, heke sepanên nehiqûqî bidomin, di vê mijarê de gavên divê bên avêtin jî diyar in. Beriya destpêkirina vê pêvajoyê, me daxwaza azadiya fîzîkî ya birêwz Ocalan dikir. Em niha jî heman daxwazê dikin û dê ev daxwaz neguhere. Heta birêz Ocalan azad nebe, dê gel ji tu gavên tên avêtin bawer neke.”    Di hilbijartinê de Aynûr Elçîoglû û Bager Aşkin bûn Hevseorkên DBP’a Cizîrê. Kongre, bi gerandina govendê bi dawî bû.