'Hêviya aştiyê bi gavên dewlet diavêje re dikare mezin bibe’ 2025-04-21 09:02:22 WAN - Hevserokê Şaxa OHD’a Wanê Hakan Bozkurt diyar kir ku bi banga Abdullah Ocalan re hêviya aştiyê careke din zindî bûye û got: “Lêbelê ev hêvî, bi gavên dewlet diavêje re dikare mezin bibe.”  Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Hakan Bozkurt, diyar kir ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviyên aştiyê jinûve zindî kiriye. Bozkurt, diyar kir ku ji bo ev hêvî mayinde bibin, divê dewlet azadiya fikr û raman misoger bike, polîtîkayên tecrîdê bi dawî bike û ji bo girtiyên nexweş jî tavilê gavan biavêje.      Bozkurt, got ku Tirkiye mecbûr e biryara binpêkirinê ya “Mafê hêviyê” ku DMME’yê ji bo Abdullah Ocalan dabû cîbicî bike û ev tişt anî ziman: “Ev yek berpirsyartiyeke navneteweyî ye. Her wiha tecrîd, li dijî rêgezên dewleta hiqûqê ye û nabe mijara bazariyê. Bi Xala 47’an a TCK’ê û Qanûna Înfazkirina Cezayê re di cezayên muebbeta girankirî de ‘mafê hêviyê’ tê astengkirin. Divê di van qanûnan de guhertin bên kirin. Her wiha Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heta Îlona 2025’an dem daye Tirkiyeyê ku di mijara mafê hêviyê de sererastkirinan bike.”    'HÊVÎ, BI GAVÊN DEWLET DIAVÊJE DIKARE XURT BIBE’    Bi domdarî Bozkurt got ku banga Abdullah Ocalan li gorî avadaniya pirçandî ya Mezopotamya û Anatoliyayê e û wiha pê de çû: “Pergaleke ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê esas digire pêşniyar dike. Bersiva daxwazên civakê yên aştî û çareseriyê ye. Di nava gelan de, heta derdorên herî neteweperest de jî hêviya diyalogê çêbûye. Lê hêvî, bi gavên dewlet diavêje dikare xurt bibe.”    PÊŞNIYARÊN JI BO MIJARA GIRTIYÊN NEXWEŞ    Bozkurt, diyar kir ku divê dewlet weke gava ewil girtiyên nexweş berde û wiha derbirî: “Di rewşa heyî de mimkin nîne girtiyên nexweş tên dermankirin. Heke ji nexweşxaneyên baş rapor were girtin jî bi biryarên ATK’ê dikare berdana girtiyên nexweş were astengkirin. Kesên di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest didin hene. Hewceye mekanîzmayên venihêrînê yên serbixwe û bêalî bên avakirin û girtiyên nexweş di vê pêvajoyê de di şertên guncav de bên tedawîkrin. Divê li nexweşxaneyan mercên însanî bên avakirin û mudaxileyên keyfî yê girtîgehan bên astengkirin.”    ‘HÊVIYA NÛ’    Bozkurt, bi bîr xist ku di pêvajoya 2013-2015’an de di mijara azadiya fikr û raman de başbûnek çêbûbû û got: “Vê jî di nava civakê de hêviyek çêkiribû. Lê piştre zext zêde bûn û daxwaza aştiyê bi destê darazê hatibû bêdengkirin. Di 10 salên dawî de kapasîteya gotina dewletê qels bû. Banga Ocalan dikare vê rewşa neyînî berevajî bike lê divê dewlet û pêkhateyên demokratîk berpirsyartiyê li xwe bigirin. Pergala netewe-dewletê, bi sala ye zirareke mezin da avadaniya pirçandî ya Tirkiyeyê. Ji bo avakirina hiqûqeke demokratîk, divê ev krîz bên çareserkirin. Divê destkeftiyên pêvajoya 2013-2015’an bên zindîkirin û aliyên herî dijber bikarin diyalogê bikin. Hewceye dewlet li gorî standartên mafên mirovan gavan biavêje. Ev pêvajo ji bo her kesî berpirsyartiyan bi xwe re tîne. Divê mekanîzmayên mafê jiyanê binpê dikin, sepanên mafê xwegihandinê asteng dikin û hwd. bên rakirin û mekanîzmayên serbixwe û bibandor bên avakirin.”    MA / Ozlem Yacan