'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in' 2025-04-23 10:36:34 STENBOL - Rojnamevan Mansûr Adali diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji roja destpêkê ve bi hêza xwe li ser pêyan e û îro jî ne bê alternatîf e û rojnamevan Mutlu Çiviroglu jî got: "Nûçeyên ku derdikevin, ji bilî manîpulasyoneke ku Rojava dike hedef pêvtir ne tiştekî din e." Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin ku ew ê di 26'ê Nîsanê de konferansa yekîtiya netewyî ya kurd li dar bixin. Ji aliyê din ve nûçeyên ku dibêjin DYA ku nêzî 2 hezar leşkerên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, wê vê hejmarê kêm bike, di nava raya giştî de belav bûn. Rayedarên Rêveberiya Xweser ên ku li her platformê daxuyaniyan didin, destnîşan dikin ku ew ne bê alternatîf in.    Rojnamevan Mutlu Çiviroglu yê li DYA’yê dijî û rojnamevan Mansur Adali têkildarî geşedanên li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kirin.   ‘NE PÊKAN E'     Çiviroglu diyar kir ku ne mimkûn e ku Amerîka leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne û got ku Sûriye ji bo ewlehiya neteweyî, herêmî û cîhanî ya Amerîkayê girîng e. Çiviroglu destnîşan kir ku DYA û rêveberiya Trump der barê vekişîna hêzên xwe de rasterast daxuyanî nedane û got: "Sê caran ji Serok Trump hat pirsîn ku hûn ê ji Sûriyeyê vekişin yan na. Trump li ser vê yekê bersiveke zelal neda. Wekî rojnamevanekî ku Trump ji nêz ve dişopînim, tişta ku ez ji vê yekê fêm dikim ew e ku DYE ji Sûriyeyê venakişe. Ger vekişînek hebûya, dê Trump bi zelalî bigota. Dema em li daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve Marco Antonio Rubio û Wezîrê Parastinê Pete Hegseth dinêrin, tu nîşanek ku dê DYA ji Sûriyeyê vekişe tune ye. Ez nûçeyên der barê vekişînê de wekî manîpulasyoneke li ser Rojavayê dinirxînim. Ev rewş herî zêde wekî hewldana bandorkirina Washingtonê û afirandina raya giştî tê nirxandin. Lê li gorî rewşa Washingtonê, tu nîşanek ku ew ji Sûriyeyê vekişe tune. Pentagon bi rêkûpêk li welatên ku hêzên wê lê hene dinirxîne, sererast dike û eyarkirinê dike. Ev jî rewşeke normal e.”      ‘HEJMAR HAT ZÊDEKIRIN’   Li gorî daxuyaniya Pentagonê; Çîvîroglu, diyar kir ku li Sûriyeyê derdora 2 hezar leşkerên Amerîkayê hene û bi bîr xist ku berê ev hejmar 900 bû. Çivîroglu got: "Daxuyaniya Pentagonê jî diyar kir ku dê hejmara leşkeran kêm bibe. Jixwe berê jî hejmar wiha bû, wê dîsa daxînin vê hejmarê. Kêmkirina hejmarê an jî zêdekirina wê û vekişîn ne eynî tişt in."    Çivîroglu diyar kir ku artêşa Amerîkayê ya li Sûriyeyê bi piranî bi strukturên leşkerî yên Amerîkayê yên li Iraqê re bi kordînasyonekê dixebite. Çîvîroglû bilêv kir ku Suriye ji bo DYA'yê pir girîng e û got ku sedem jî ew e ku Îran û Tirkiye hêza xwe xurt nekin û her wiha ji bo ewlehiya Îsraîlê jî girîng e.    Çiviroglu bal kişand ser wê yekê ku kurd li Sûriyeyê hêmaneke hevseng in û got: "Bêyî kurdan, cîhanê dît ku çi hat serê elewiyan. Rewşa durzî, elewî û etnîk û kêmneteweyan li Sûriyeyê diyar e û yekane hêza ku hemû cudahiyan bi hev re digire, kurd in. Rojava jî vê yekê dibîne. Ji ber vê yekê hêzên rojavayî dixwazin kurd bihêz bibin. Lewma girîng e li DYA'yê hebûna leşkerên DYAY'î. Yanî kêmkirina hejmara leşkeran ne girîng e. Wê DYA li Sûriyeyê hebûna xwe ya leşkerî bidomîne."    ‘NE RAST E’   Rojnamevan Mansur Adali ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevaniyê dike anî ziman ku bi taybetî ji roja ku li Reqa û Dêra Zorê dawî li hebûna DAIŞ'ê hatiye nûçeyên wekî dê hêzên DYA'yê ji Sûriyeyê vekişin tên belavkirin. Adali got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî deh hezar DAIŞ'î girtî ne. Rastiya Kampa Holê li meydanê ye. Ev hemû tên wateya ku DAIŞ gefê li herêmê dixwe. Her wiha rewşa Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê heye. Gava mirov van tiştan li ber çavan digire, mirov nikare bêje ku wê DYA di demeke nêz de vekişe."   Adali destnîşan kir ku ger DYA ji Sûriyeyê vekişe, ev nayê wateya ku Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê alternatif e û got ku rêveberiya xweser xwedî tecrûbeyeke 12-13 salan e û tu carî xwe nesipartiye hêzên derve.    MA / Esra Solîn Dal