Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan 2025-04-23 10:57:18 ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku kesên AKP’î yên li Şaredariya Şirnexê bi rêya fatûreyên nerast, bi milyonan lîre zirar dane şaredariyê. Şaredariyê qebûl kir ku kesek ji peywirê hatiye dûrxistin û ev mijar bû rojeva Meclisê.  Di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de AKP’ê bi alîkariya bi hezaran leşker û polîsên ji derveyî bajar hatine veguhestin, Şaredariya Şirnexê xesp kir. Şaredariya Şirnexê, di rojên dawî de bi nelirêtî û bêusuliyan di rojevê de ye. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnexê Newroz Uysal û Mehmet Zekî Îrmez, pêşnûmepirsek dan Wezareta Karên Hundir û bi vê pêşnûmepirsê re asta nelirêtî û bêusuliyê derket holê. Ji ber bertekan, şaredariyê duh ji neçarî daxuyanî da û got ku kesek ji peywirê hatiye dûrxistin.    TALANA SEROKÊ ‘KOMELEYA ZILAMÊN BAŞ’    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; yek ji kesên ev nelirêtî û bêusûlî organîze kirî jî Midûrê Xizmetên Veguhastinê yê Şaredariyê Dogan Bariş Kilinç e. Xelkê bajar, Kilinç ji nêz ve nas dike. Kilinç, serokatiya Komeleya Bila Zilamên Baş Kêm Nebin (İyi Adamlar Eksilmesin Derneği) dike. Ev komeleya behsa xeberê, wêneyên kesên astengdar li ser hesabên medyaya dijîtal parve dike û îstîsmar dike. Bi vê yekê re hewl didan xwe weke “kesên alîkarîhez” nîşan bidin.    Hat zanîn ku Kilinç bi hinek şîrketên li bajar re lihev kilriye, ji bo hin berhemên ji bo şaredariyê ji şîrketan standî fatûreyên bi meblaxeke mezin biriye, piraniya pereyê ji qaseya şaredariyê derketî ji bo xwe û beşa din jî ji xwediyên şîrketan re veqetandiye.    ÇERX ÇAWA DIGERE?    Li gorî îdiayan; yek ji şîrketên ku Kilinç li gel wan “kar” dike jî şîrketa otomotîvê ye ku ev şîrket a serokê berê yê Yekitiya Odeyên Esnaf û Zinaetkaran a Şirnexê S.S. ye. Şîrketa din jî şîrketa otomotîvê ya yek ji rêveberên AKP’ê H.B. ye.    Tê îdiakirin ku Kilinç bi tena serê xwe ev zirar nedaye şaredariyê. Tê îdiakirin ku ajokarê Şaredarê AKP’î Mehmet Yarka û biraziyê Serokê AKP’ê yê Bajar Îbrahîm Erkan ê bi navê R. Erkan, biraziyê Yakar yê bi navê N. Yarka û zavayê wî T. Zeyrek jî di nava vê çerxê de ne.    Di heman demê de hat zanîn ku birayê Wekîlê AKP’ê yê Şirnexê Arslan Tatar ê bi nvaê S. Tatar jî ji bo çerxa heyî bigere dibe alîkar.    Piştî ku tahsîsatê xwe dubare kirî û meblaxa wan a zêde bala yekîneya muhasebeyê ya şaredariyê û hin kesan dikişîne û bûyer bi vî awayî tê ferqkirin.    Kilinç û koma bi wî re ji bo dayina fatûreyan pir zêde israr dikirin û li ser vê yekê jî Midûriyeta Daîreya Bacan a Şirnexê kete dewrê. Midûriyetê, çendek roj berê hesabên şaredariyê da ber lêpirsînê. Encamên lêpirsînê tên veşartin û tê gotin ku zêdetirî 100 milyon TL nelirêtî hatiye kirin.    ŞAREDARIYÊ DAXUYANÎ DA   Piştî bertekan, şaedariyê duh daxuyanî da. Şaredariyê got; “Hemû kar û kirariyên şaredariya me li gorî hiqûqê ne û ev yek di kontrolan de hatiye tespîtkirin. Ji bo saziya me tu girîngiya kesan nîne. Nayê qebûlkirin ku kesên behsa xeberê girêdayî şaredariya me bên kirin.” Şaredariyê navê personelê behsa xeberê nekir lê tê texmînkirin ku Dogan Bariş Kilinç e. Her wiha di daxuyaniyê de hate îdiakirin ku şaredarî neketiye zirarê, têkildarî mijarê lêpirsîn hatiye destpêkirin û kesê beha xeberê jî ji peywirê hatiye dûrxistin.    Parlamenterên DEM Partiyê jî mijar xistin rojeva Meclisê û xwestin Wezareta Karên Hundir van pirsan bibersivîne:    “* Gelo haya we ji îdiayên li Şaredariya Şirnexê heye?    *Der heqê fatûreyên naylon û bêusûliyên li Şaredariya Şirnexê tu lêpirsîn hatine destpêkirin, heke nehatibin destpêkirin dê kengî bê destpêkirin?    * Gelo Midûrê Xizmetên Veguhastinê yê Şaredariya Şirnexê ji ber van îdiayan ji peywirê şandin betlaneyê, dema betlaneya wî çiqas e?    * Fealiyetên Midûriyeta Xizmetên Veguhestinê çima dewrî Midûriyeta Zabitayê hatine kirin?    * Hejmara personelên li Midûriyeta Xizmetên Veguhastinê çiqas in?    * Gelo cihê xebatê yê personelên Midûriyeta Xizmetên Veguhastinê hatine guherandin?    * Gelo Midûriyeta Daîreya Bacan a Şirnexê der heqê hesabên Şaredariya Şirnexê de lêkolîn daye destpêkirin? Heke hatibe kirin, gelo bêusûlî hatiye tespîtkirin? Heke hatibe tespîtkirin, ev tespît çi ne? Gelo hûn dê rapora midûriyetê ya der heqê şaredariyê de bi raya giştî re parve bikin?    * Heke hesabên şaredariyê nehatibin lêkolînkirin, gelo ji bo lêkolînkirina van îdiayana hûn ê mifetîşekî peywirdar bikin?    * Gelo der heqê van îdiayên nelirêtî û bêusûliyan de tu gilî yan jî serlêdan ji bo wezareta we hatine kirin?”