Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike 2025-04-23 13:12:22 ENQERE - Şandeya DEM Partiyê dê sibe bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike. Guhertina TMK’ê jî di nav de şande dê bi gelek rojevên cuda bi wezîr re bicive.  Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê sibe bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan dê di şandeyê de cih bigirin.    Di hevdîtinê de dê dosyayeke daxwazên DEM Partiyê tê de cih digirin pêşkeşî Tunç bê kirin.    DI ROJEVÊ DE KÎJAN MIJAR HENE?      Di hevdîtinê de ji ewil dê li ser daxwazên têkildarî guhertina di qanûnan de bê axaftin. Tifaqa Cumhur, ji bo paketeke darazê ya nû amadekariyan dike û şandeya DEM Partiyê dê jê bixwaze ku ev xebat li gorî pêdiviyên heyî teşe bigire. Her wiha dê şande dosyayeke têkildarî mijarên ji bo pêvajoyê hewce dikin, pêşkeş bike.    MAFÊ HÊVIYÊ, GIRTIYÊN NEXWEŞ, GIRTÎGEH     Di nava daxwazên şandeyê de bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, başkirina şert û mercên jiyana Abdullah Ocalan û cîbicîkirina “Mafê hêviyê” jî hene. Her wiha dê di hevdîtinê de rewşa girtiyên nexweş, girtiyên tevî cezayê xwe xelas kirine jî nayên berdan û guhertinên di qanûnên înfazkirina cezayê de jî hene. Dê were xwestin ku Desteya Îdare û Çavdêriyê bên rakirin.    ‘ÊDÎ WATEYA QANÛNA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ NEMAYE’     Şandeya DEM Partiyê dê di hevdîtinê de bibêje ku sererastekirinên di serdema pandemiyê de hatine kirin di navbera girtiyan de rê li ber cihêkariyê vekirine û girtiyên siyasî li derveyî van qanûnan hatine hiştin û ji bo bidawîkirina vê newekheviyê jî dê daxwaza guhertinê were kirin. Tê payin ku mijarên weke Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK), sepanên qeyûman û tevdîrên di dema OHAL’ê de hatine girtin jî bên nîqaşkirin. Dê şande bibêje ku heke pêvajoya di 27’ê Sibatê de hatiye destpêkrin derbasî zemîna aştiyê bibe, wê demê tu wateya TMK’ê jî namîne û dê guhertinên hewceye di TMK’ê de bên kirin bi wezîr re bên parvekirin.    MA / Firat Can Arslan