Maurizio Acerbo: Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiyê û nirxên gerdûnî ne 2025-04-24 09:01:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Giştî yê Partiya Veavakirina Komunîst Maurizio Acerbo diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan gava yekem a aştiyê ye û got: "Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiya Rojhilata Navîn e û nirxeke gerdûnî ye."   Bandora “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibatê de hat dayîn, li hemû cîhanê bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dike. Di konferansa bi navê “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku di navbera 11-12’ê Nîsanê de li paytexta Îtalya Romayê pêk hat de, mijara sereke banga Ocalan bû. Di konferansê de bi sedan rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û rojnamevan jî di nav de kesayetên naskirî yên cîhanê amade bûn. Di konferansê de Sekreterê Giştî yê Partiya Veavakirina Komunîst a Îtalyayê (Partito della Rifondazione Comunista-PRC) Maurizio Acerbo jî li ser azadiya Ocalan û mînakên cîhanê axaftinek kir.   Maurizio Acerbo têkildarî mijarên di konferansê de hatin nîqaşkirin û banga Abdullah Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.   GIRÎNGIYA KONFERANSÊ    Acerbo destnîşan kir ku konferansa li Romayê civîneke girîng bû û got: "Ji ber ku di sala 1999'an de ji bo mafê siyasî yê hêwirandinê em bi Ocalan re çûn Îtalyayê. Lê mixabin hikûmeta Îtalyayê li hemberî zextên DYA, NATO û partiyên rastgir xwedî li rûmeta xwe derneket. Ez bi bîr tînim ku di wê demê de raya giştî li ser dîrok û têkoşîna gelê kurd gelekî kêm dizanibû."   Acerbo diyar kir ku Lorenzo Orsetti (Tekoşer Piling) yê Îtalî ku di şerê li dijî DAIŞ'ê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di nava refên HSD'ê de cih girt û di sala 2019'an de jiyana xwe ji dest da, feraseta li dijî tevgera kurd têk bir. Acerbo da zanîn ku bavê Orsetti her tim bi gelê kurd re ye.   'GAVA EWIL BERDANA OCALAN E'   Acerbo diyar kir ku di konferansê de îşaret bi pêwîstiya misogerkirina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hatiye kirin û got: "Bêyî azadiya Ocalan pêvajoyeke aştiyê pêk nayê. Pêngava yekem a aştiyê ya li Afrîkaya Başûr azadiya Nelson Mandela bû. Heman tişt ji bo Ocalan jî derbasdar e. Ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê gava yekemîn azadiya Ocalan e."   Acerbo anî ziman ku Tirkiye endamê NATO'yê ye û Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo Tirkiyeyê pêwîst e û got: "Pêwîst e welatên Ewropayê zextê li wan bikin. Yekemîn gava ku divê Yekîtiya Ewropayê biavêje, derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê ye. Bi biryareke bi vî rengî dikarin bêjin êdî bes e ji tiştên ku hatine kirin re."   ‘OCALAN XELATA AŞTIYÊ YA NOBELÊ HEQ DIKE'   Acerbo bal kişand ser wê yekê ku her du şaredariyên mezin ên ku yekemîn hemwelatîbûna rûmetê dane Abdullah Ocalan, şaredariyên Palermo û Napolî yên Îtalyayê ne û wiha got: "Hemwelatîbûna rûmetê diyardeyeke pir girîng e ji ber ku hevsoziya gelê kurd û berxwedana leheng a Serok Ocalan li van bajaran û bajarên din xurtir dike. Her kes dibêje ku ew ne terorîst e, ji bo gelê xwe û civaka navneteweyî qehreman e."   Acerbo da zanîn ku di konferansê de biryara namzetiya Abdullah Ocalan a ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê hatiye dayîn û ev rewş wê têkoşîna aştî û demokrasiyê xurtir bike. Acerbo wiha got: "Ev xelat her tim nayê dayîn ji bo kesên ku heq dikin, lê teqez Ocalan heq dike. Li gorî min ji bo ku xelatê bidin Serok Ocalan divê em bitêkoşin."   Acerbo diyar kir ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi hemû tevgerên li Îtalyayê re seferberiyeke mezin plan dikin û wiha dewam kir: "Pêşniyaza Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan bersiva herî baş a li dijî meylên Modernîteya Kapîtalîst a şer, neteweperestî, bêtehamulî, tundî û mîlîtarîzmê ye. Pêşniyazên Serok Ocalan ên wekî aştî, azadî û azadiya jinê, jiyana bi hev re, xweserî û xwerêveberiyê li Rojhilata Navînê mifteya aştiyê ne û nirxeke gerdûnî ye."    MA / Hîvda Çelebi