Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû 2025-04-24 20:35:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo rêzehevdîtinên xwe û tevlî Konferansa Neteweyî bibe derbasî Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê bû. Şandeya ji Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir, endamê MYK a Partiya Wekhevî û Demoratîk a Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, Parlementera DEM Partî Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.   Şandeya ku di deriyê Pêşxabûr re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, wê rêzehevdîtinan bike û tevlî Konferansa Neteweyî bibe.