Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize 2025-05-01 16:29:55   AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitînga 1’ê Gulanê ya Amedê de axivî. Bakirhan, da zanîn ku Abdullah Ocalan gotiye “Kapîtalîzm hêviya me di dize” û ev tişt anî ziman: “Mezinkirina hêvî, çareserî û aştiyê deynê stûyê me ye.”    Li Amedê mitînga 1’ê Gulanê li Qada Stasyonê, bi pêşengtiya KESK, DÎSK, TMMOB û Odeya Bijîşkan û bi dirûşma “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk em ê li qada 1’ê Gulanê bin” hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitîngê de axivî.    Tuncer Bakirhan, hemû kedkarên ji bo têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Bakirhan diyar kir ku kedkar jiyaneke mirovane heq dikin û wiha got: “Kesên hildiberînin hûn in, xizmeta civakê dikin hûn in. Em jî weke DEM Partiyê ji bo mafê we têdikoşin. Daxwaza weke mirovan a kedkaran hewcedariyeke. Em bawer dikin ku em ê welatekî ku kedkar weke mirovan bijîn ava bikin. Ji bo ku çavkanî ji polîtîkayên şer re tên veqetandin, ji nan û sifreya we tê dizîn. Aştî bêyî ked û kedkaran nabe. Bila 1’ê Gulanê bibe wesîleya têkoşîneke xurt.”   BANGA OCALAN    Bakirhan, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Banga birêz Abdullah Ocalan bangeke ku li gel aştiyê maf û hiqûqa kedkaran diparêze ye. Heke em bi kedkar, bindest, teqawîd, xebatkar, Kurd û Elewiyan re xwedî li vê bangê derkevin dê rojên xweş li benda me bin. Heke ev bang pêk were dê çavkaniyên ji şer re diçe ji karker, kedkaran re were. Ji ber vê yekê xwedî derketina li vê bangê herî zêde jî peywîra we kedkaran e.   EM XWEDÎ LI BANGÊ DERKEVIN    Pergal, keda karker û kedkaran pêşkeşî sermeyadaran dike. Ji ber vê yekê divê em bibin yek xurt bibin. Em li Girava Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re çar saetan man. Herî zêde karker, kedkar, ciwan û jin hate axaftin. Birêz Ocalan ev tişt got ‘Kapîtalîzm hêviya me didize.’ Ji ber vê yeke mezinkirina hêviyê deynê stûyê me ye. Em xwedî li vê bangê derkevin, aştiya civakî pêk bînin û kolan bi kolan bikin mijara kedkaran.    RIZGARÎ GIRÊDAYÎ HEV E   DEM Partî her tim li cem kedkaran e. Rizgariya me girêdayî hev e. Li Tirkiyeyeke ku pirsgirêka kedê lê nebe û mafê kedkaran were dayîn wê pirsgirêka Kurd jî were çareserkirin. Ji ber vê yeke heke em ji vê pergalê aciz bin divê gelê Kurd ê bi rêxistinkirî û çîna kedkarên a rêxistinkirî bên cem hev û bi hev re têbikoşin. Ji kedkaran re sozeke me heye. Tirkiyeyeke ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin heye. Bi baweriya ku em ê vê pêk bînin 1’ê Gulanê li we hemûyan pîroz dikim û ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim.”   Piştî axaftinan, hunermend Helîm Omerî derket ser dikê. Mitîng, bi gerandina govendê û berzkirina dirûşman bi dawî bû.