'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel' 2025-05-08 09:52:31   AMED - Şanoger Şîrîn Alma ku beşdarî mihrîcana şanoyê ya Amedê bû, piştî 33 salên sirgûnê got: "Çawa ku em yekitiya gelê Kurd dixwazin, ger em karibin yekitiya hemû hunermendan pêk bînin, wê şanoya Kurdî jî bibe asoya gelê Kurd."   Ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd bi hezaran rewşenbîr, hunermend, rojnamevan û welatî hatin qetilkirin, girtin û sirgûnkirin. Kurdên li sirgûnê ji bo ziman, çand û hunera xwe biparêzin û zindî bihêlin têkoşîneke mezin didin. Yek ji kesên ku neçar ma koçî Ewropayê bike lîstikvana şanoyê Şîrîn Alma ye. Şîrîn Alma ku di sala 1992'yan de neçar ma li sirgûnê bijî, di sala 1994'an de dest bi karê şanoyê kir. Alma ku di gelek qadan wekî lîstikvanî û derhêneriyê de xebitî, piştî 33 salan ji bo 10'emîn Mihrîcana Şanoya Amedê hat Amedê.   Alma, pêşveçûna şanoya Kurdî nirxand û got ku wan di bin siya akademiya çand û hunera Kurdî de komeke şanoyê ya bi navê Ehmedê Xanî ava kiriye. Alma, da zanîn ku wan di navbera salên 1993-95’an de bi gera bajarên Ewropayê dest bi xebatên xwe kirine û heta sala 2000’î xebatên xwe yên şano û skeçê berdewam kirine. Alma got: "Me li gorî wê serdemê şano dikir, lê şanoya Kurdî ne şanoyek bû ku em bibêjin bi vî rengî, li ser vê bingehê were meşandin. Piştî sala 2000'î hem ji aliyê telekomunîkasyon û hem jî ji aliyê dîjîtal ve nêrînên me berfirehtir bûn. Me mamosteyên hêja amade kirin. Me çawa dramaturjî dixebite, çawa pantomîma dixebite, me ev dan ber hev. Me fêhm kir ku şano dayika hemû huneran e. Me ji sifirê anî asteke din. Niha ez lê dinirêm, şanoya Kurdî di asteke din de ye. Em bi vê serbilind in."    'JIYANEKE KURDEWARÎ'   Alma, da zanîn ku li Ewropayê di şanoya Kurdî de yekemîn in û ji ber vê yekê ditirsiyan ku tiştekî xelet bikin û got: "Lê wisa bû ku me xwe gihand 4 parçeyên Kurdistanê. Tirsa ku em tiştekî xelet bikin barekî giran bû. Dezavantaja me ew bû ku em li dîasporayê bûn, em ji welêt dûr bûn, em ditirsiyan ku em ê çawa bidin naskirin. Her welat ji xwe re xetekê diyar dike. Lê em ji ber ku bênav bûn û bê welat bûn, me bi piranî li xeteke li ser esasê şoreşê û jiyaneke kurdewarî ava kir."   Alma, anî ziman ku pirsgirêkên ji ber pirsgirêka kurd bandorê li ser şanoyê jî kirine. Alma bal kişand ser astengiyên li Tirkiye û Kurdistanê jî got: "Naxwazin tu bi zimanê xwe û çanda xwe bijî. Ger tu hunereke xurt û şanoyeke bibandor çêbikî, kes nikare li ber wê lehiyê bisekine. Li ku derê dibe bila bibe wê bandorê li ser gel bike. Ev rastiyek e. Şano, têkoşîn divê. Her demê, li her derî... Gava tu li kuçeyê bişemî jî, divê tu şanoyê bikî. Divê tu tim bitêkoşî."    BERPIRSIYARIYA HUNERMENDAN   Alma, bal kişand ser banga "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de kir û got: "Eger hûn hunermendê gel bin, divê hûn ji vê têkoşînê dûr nemînin, divê hûn tê de cih bigirin. Bi salan e ji bo gelên Rojhilata Navînê têkoşînek tê meşandin. Em jî wekî şanoger ji vê ne dûr in. Daxuyaniya Sibatê bandoreke mezin li me jî kir. Wekî şanogerekî kurd ez xwe berprisiyar dibînim. Ez amade me çi bikeve ser milê min bikim. Ez dixwazim bangawaziyê fêm bikim û bigihînim hemû gelan. Ev bangawazî bangawaziyeke girîng e. Divê her kes xwe berpirsiyar hîs bike. Berprisiyarî dikeve ser milê hunermandan û siyasetmedaran. Divê hunermend xwe berpir hîs bike."   Alma, di dawiya axaftina xwe de got: "Çawa ku em yekitiya gelê Kurd dixwazin, ger em karibin yekitiya hemû hunermendan pêk bînin, wê şanoya Kurdî jî bibe asoya gelê Kurd."   MA/ Rûkiye Payîz Adiguzel