Lêgerîna heqîqetê ya bêrawestan: Alî Haydar Kaytan 2025-05-12 12:26:31   NAVENDA NÛÇEYAN  - Alî Haydar Kaytan ku di kongreya PKK’ê de weke sembola “Dilsoziya Rêbertî, Heqîqet û Jiyana Pîroz” hate ragihandin, piştî axaftina 2-3 saetan a bi Abdullah Ocalan re “rastiya Kurd û Kurdistanê” nas kir û di tevahiya emrê xwe de bênavber têkoşiya.    Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate kirin, di 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya Awarte li dar xist û îro jî danezana kongreyê ragihand. PKK’ê, di danezana xwe de ragihand ku yek ji kadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan (Fûat) di 3’yê Tîrmeha 2018’an de jiyana xwe ji dest daye. PKK’ê, di kongreyê de Alî Haydar Kaytan weke “Dilsoziya Rêbertî, Heqîqet û Jiyana Pîroz” îlan kir. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) der heqê Alî Haydar Kaytan de nûçeyek amade kir. Nûçeya ANF’ê wiha ye:    Ew siyasetmedarek bû, gerîlayek bû, rewşenbîrek bû, helbestvanek bû... Lê her tim şervanekî heqîqetê bû.   Jiyan bi şûn û şopan tijî ye   Dem carna bi bêdengî jî tê jiyîn   Li pey wateyê bi têr û tijî tê jiyîn   Yên ku dema xwe bi wateyê dagirtin   Çîrokan ji şopdarên xwe re dihêlin   Yên ku temenekî didin pey heqîqetê   Derwêş in ku bang li demê dikin   Yên ku ji wan dimînin   Weke navê wan li demê dineqişin   Dîroka nîv sedsalê dawî yê Kurdan dîroka ji çîrokên li demê, xakê, wijdan û mejiyan neqişandî ye   Bi pîrozmendî, lehengî û fedaîtiyê tijî ye   Çîroka bi hezaran ji wan li vê xakê veşartî ne   Alî Haydar Kaytan ê sereke yê van çîrokan bû ku wate tevlî jiyanê kir   Damezrîner, lîder û kedkarê temenekî fedakar   Derwêşekî hezar salî ku da pey heqîqetê   Şovalyeyê demên qedîm ku ji bo pîrozmendiyan rahişt çekê   Gerîlayekî ji bo jiyana azad berê xwe da çiyê   Û şoreşgerekî dilxwaz ku mifteya windabûyî ya çiyê dît û radestî gelê xwe kir...   QIRKIRIN, ÎSKAN A MECBÛRÎ Û XIZANÎ   Alî Haydar Kaytan sala 1951'ê şeva sersalê li gundê Xozu yê Dersimê ji dayik bû. Malbata wî ji gundê Hengirvanê bû. Malbata wî ku piştî Qirkirina Dersimê kete ber îskana mecbûrî, piştre li gundê Hengirvanê vegeriya.   Ji eşîra Heyderan e. Wê eşîrê di dema komkujiya Dersimê de teslîmiyet red kir, rahişt çekê, li ber xwe da û sirgûn bû.   Demeke zarokatiyê ya bi xizmanî û zehmetiyan derbas bû.   Piştre di sala 1971'ê de li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê şoreşger nas kir.   Ew bi xwe vê serdemê weke qonaxa beriya şoreşgeriyê pênase dike:   "Li Tirkiyeya salên 1970'î tevgera ciwanên şoreşger çalak bû û em jî jê bi bandor dibûn. Bi taybetî navê Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan sembol bû. Wê demê min hîn Rêbertî nas nekiribû, lê dibihîst ku qala wî tê kirin. Yek ji xwendekarên herî serketî yê dibistanê bû. Pişt3ı çalakiyeke şermezarkirinê hatibû girtin û 7 mehan li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê mabû. Piştî ku ji girtîgehê derket, me hev nas kir. Rêbertî got, dixwaze bi min re biaxive. Axaftineke ji 2-3 saetan bû, kir ku rastiya Kurd û Kurdistanê bibînim."   CIVÎNA LI BENDAVA ÇÛBÛKÊ   Ev bûyer gavên destpêkê yên Alî Haydar Kaytan ên rêwîstiya heqîqetê bû. Piştre jî Kemal Pîr û Hakî Karer nas kir.   "Dawiya Adara 1973'an yan jî destpêka Nîsanê bû. Li nêzî bendava Çûbûkê em bi çend hevalan re li hev kom bûn. Rêbertî fikrê xwe bi me re parve kir. Em hemû tevlî fikrê wî bûn. Bi rengekî eşkere ji em re got, em ê weke komeke îdeolojîk tevbigerin û berpirsyarî da me hemûyan. Li gorî vê yekê her yek ji me berpirsyar bû ku kesên nû tevlî komê bikin."   Piştî vê civînê hejmara endamên koma Apoyî her roj hîn zêde bû. Di Nîsana 1977'an de kar derbasî Kurdistanê bû. Alî Haydar Kaytan li Dêrsim, Çewlik, Dep û Xarpêtê kar kir. Hin caran diçû Dîlokê û tevlî karê Hakî Karer bû. Hakî Karer piştî ku di 18'ê Gulana 1977'an de hate qetilkirin, koma Apoyî derbasî qonaxa biryardanê bû.   "Şehadeta heval Hakî bandoreke kûr li me hemûyan kir. Rêbertî notek ji min re şand. Xwest ez ji bo bîranîna wî nivîsekê binivîsim. Nivîsa kum in amade kirî, li tevahiya Kurdistanê hate belavkirin. Rêbert Apo bi biryar bû ku şehadeta Hakî bê bersiv nemine. Lê bele têkildarî rêbazê ji me cuda difikirî. Ji bo bersiva ji şehadete re, ji me hemûyan zêdetir di nava lêhêrbûn û lêgerînê de bû. Biryara partîbûnê di encama vê lêgerînê de derket holê."   TEV LI KONGREYA DAMEZRÎNER A PKK'Ê BÛ   Di amadekariyên pratîkkirina biryara partîbûnê de Alî Haydar Kaytan jî hebû.   Koma bi pêşengiya Rêber Apo ku ji Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmûş û Alî Haydar Kaytan pêk dihat, bernameya partiyê amade kir. Civîna destpêkê ya komîteyê li Xarpêtê pêk hat. Di vê civînê de Alî Haydar Kaytan ji bo komîteya leşkerî hate hilbijartin.   Di 27'ê Mijdara 1978'an de kongreya damezrandinê ya PKK'ê pêk hat. Alî Haydar Kaytan tev li koma damezrîner a PKK'ê bû ku mohra xwe li nîv sedsala dawî xist.   Bûyerên ku heta vê demê qewimîn û yên di nava 45 salên piştî wê de biqewiyan, meşeke azadiya civakê bû ku bênavber dewam kir.   Alî Haydar Kaytan li refên herî pêş ê vê meşê bû.   Bi kelecaneke bê dawî, bi coş û dilsoziyê timî meşiya.   Temenekî ji lêgerîna watedarkirina her kêliyê,   Pêşengek bû ku xwe bi dilsoziyê xemilandibû   Siyasetmedarek, gerîlayek, rewşenbîrek, helbestvanek bû.   Lê timî şervanekî heqîqetê bû...”