Hêviya gelê Amedê ji komîsyonê: Ji bo demokrastîkbûnê sererastkirinên qanûnî 2025-08-05 09:05:04 AMED - Gelê Amedê der barê komîsyona ku li meclisê hat avakirin axivîn û destnîşan kirin ku ji bo demokratîkbûnê divê guhertinên destûra bingehîn werin kirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, bi pêşketinên girîng didome. Di çarçoveya vê pêvajoyê de, li meclisê komîsyonek ji 51 kesan pêkhatî hat avakirin. Hemû beşên civakê bang li komîsyonê dikin ji bo xebatên ku dê bike. Gelê Amedê jî bendewarî û daxwazên xwe ji komîsyonê gotin.    'DIVÊ MAF BÊN NASKIRIN'   Ramazan Gezer diyar kir ku divê komîsyon hemû gelan temsîl bike û di vî warî de berpirsiyariya wê ya mezin destnîşan kir. Gezer bi bîr xist ku kurd bi salan e mafê perwerdehiyê bi zimanê xwe yê zikmakî dixwazin û got ku divê komîsyon mafên hemû beşên civakê biparêze.   Yusuf Alabalik got: "Wekî kurd, em zimanê xwe, nasnameya xwe û em aştiyê dixwazin. Em naxwazin di navbera kurd û tirkan de pevçûn çêbibe."   'AZADÎ JI BO OCALAN'   Naif Subaşi bal kişand ser biratî û wekheviyê û daxwaza jiyaneke bi rûmet kir. Subaşi diyar kir ku ew şer naxwazin û got: "Em naxwazin kes ji ber şer bimire. Hemû zarokên me ne. Em aştiyê dixwazin."   Naife Surer jî xwesteka xwe ya ji bo aştî û wekheviyê destnîşan kir û bang li dewletê kir ku ji bo vê yekê gavan bavêje. Naife Surer anî ziman ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be û got: "Heta ku rêberê me azad nebe, em azad nabin. Em bi saya rêberê xwe gihîştine vê astê û em li pişta wî ne. Bêyî azadiyê aştî nayê."   Abdulhalik Bulut jî ku got ew ziman, nasname û aştiyê dixwaze û ji komîsyonê jî xwest ku bi dil û can ji bo aştiyê bixebite.   Melîha Comertê diyar kir ku divê komîsyon ji hêla jinan ve were birêvebirin û got: "Komîsyona ku li meclisê hat damezrandin tenê bi pêşengiya jinan dikare pêş bikeve. Pêşniyaza min bi xwe ew e ku divê herî kêm 20 jin li wir hebin."   SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ   Melîha Comertê bal kişand ser pêwîstiya parastina mafên kêmneteweyan û daxwaz kir ku komîsyon xebateke demokratîk û adil bike.    Fîkret Çapa ji diyar kir ku hêviyên kurdan bi sedsalan e nehatine bicîhanîn û ew tenê baweriya xwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tînin û di tevahiya pêvajoyê de li pişta wî ne.