Rêxistinên piştgiriyê didin malbatên girtiyan: Bila girtî bên berdan 2025-08-05 09:13:29   EDENE - Rêxistinên ku piştgiriyê didin malbatên girtiyan ji bo girtî bên berdan, gotin: "Dewlet jî di nav de divê her kes ji bo pêvajoyê destê xwe dirêj bike."    Nûnerên rêxistinên piştgiriyê didin malbatên girtiyan, daxwaza berdana hemû girtiyan dikin. Nûneran , gotin: "Divê her kes, tevî dewlet, destekê bide vê pêvajoyê."   Pirsgirêka girtiyan ku xaleke girîng a "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" e, bi pêkanînên tên sepandin hema bêje bûye pirgsirêkeke kronîk. Tê texmînkirin ku di navbera 5 hezar û 10 hezar girtî, di nav de siyasetmedar, hunermend, rojnamevan, nivîskar, parêzer, şaredar, çalakvan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, bi "Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK)" tên darizandin.    Her çiqas ji ber şîrovekirina berfireh a TMK'ê hejmara girtiyên li girtîgehan roj bi roj zêde dibe jî, paşxistina berdana girtiyên ku cezayên xwe temam kirine, wekî ku di "Rêziknameya Lijneyên Îdare û Çavdêriyê" û Qanûna Înfazê de hatiye destnîşankirin, pirsgirêkeke din e. Pirsgirêkek din a têkildarî girtiyan, astengiyên li pêşiya berdana girtiyên nexweş in. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Nîsan û Gulanê, herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş li girtîgehan hene. 335 ji wan bi giranî nexweş in. Li gorî daneyên ÎHD'ê, di navbera salên 2018 û 2023'yan de 2 hezar û 258 kesan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Beşek girîng ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane girtiyên nexweş in. Hadî Elçîçek, girtiyek nexweş bû ku rapora wî ya astengdariyê ji sedî 93 hebû û înfaza wî ji ber sedemên tenduristiyê şeş mehan hatibû paşxistin, li Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê ku lê dihat dermankirin, ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest da.   Hevserokê Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran a Akdenîzê ya Edeneyê (AATUHAY-DER) Zahir Akalin, rola hêsanker a çareseriya pirsgirêka girtiyên nexweş di pêvajoya berdewam a çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêka girtiyên nexweş de nirxand û diyar kir ku tevî vê pêvajoyê jî pirsgirêk berdewam dikin. Akalin destnîşan kir ku binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan berdewam dikin û girtiyên nexweş xwe nagihînin dermankirineke têrker û xwest ku hemû girtiyên nexweş û siyasî serbest bên berdan.   Akalin diyar kir ku girtî û xizmên wan ên ku piştgiriyê didin "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" li bendê ne ku demildest girtî azad bibin. Akalin diyar kir ku girtî rastî tundiya fizîkî û derûnî tên, dermankirina girtiyên nexweş nayê qebûlkirin û rê li ber berdana girtiyên ku cezayên xwe temam kirine tê girtin. Akalin diyar kir ku ev pêkanîn li dijî pêvajoyê ne. Akalin destnîşan kir ku girtiyên nexweş ên li girtîgehan di xwegıhandına tenduristiyê de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin ü bal kişand ser mirina nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek û got: "Girtiyên nexweş hîn jî jiyana xwe ji dest didin. Hîn jî di girtîgehan de girtiyên nexweş hene. Em vê pêkanînê qebûl nakin. Em ji bo hemü girtiyên siyasî, bi taybetî jî ji bo girtiyên nexweş, azadî dixwazin."   Hevserokê Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran a Akdenîzê ya Edeneyê (AATUHAY-DER) Nazîme Bayhan diyar kir ku tevî pêkanîna "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk", di girtîgehan de tu başbûn çênebûye. Nazîme Bayhanê anî ziman ku lêgerîna tazî berdewam dike û qedexeyên rojname û radyoyan hîn jî di meriyetê de ne û got: "Ew saet 5'ê sibê tên lêgerînê û heqarteê li girtiyan dikin. Me hêvî nedikir ku ev pêvajo bi vî rengî biçe. Birêz Ocalan ev pêvajo da pêşiya dewletê, lê meh derbas bûn, tu guhertin çênebûne. Cezayên dîsîplînê berdewam dikin û sînordarkirinên dermankirinê berdewam dikin. Em heta dawiyê li pişta vê pêvajoyê ne, lê dewlet tu guhertinekê nake. Em ji birêz Abdullah Ocalan bawer dikin û em ê heta dawiyê li pişta vê pêvajoyê bin. Birêz Ocalan her tişta ku got kir, lê dewlet gav navêje. Em ê hevalên xwe yên di girtîgehê de bi tenê nehêlin. Divê her kes, tevî dewletê, destekê bidin vê pêvajoyê."   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen