Jinên Beluc ji bo windakiriyan meşiyan 2025-08-06 15:38:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Beluc li Îslamabadê li dijî windakirinên bi darê zorê û aktîvîstên girtî meşiyan.    Jinên Beluc, bi daxwaza aşkerakirina aqûbeta kesên bi darê zorê hatine windakirin û berdana lîderên Komîteya Yakcetî ya Beluc ên ji hêla Pakistanê ve hatine girtin, çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Jinan, beriya çalakiya rûniştinê li Îslamabadê meş li dar xist. Jinên ku ber bi Kuluba Çapemeniyê ya Îslamabadê ve meş li dar xistin, gelek caran bi dirûşman xwestin aktîvîstên girtî bên berdan û aqûbeta windakiriyan were aşkerakirin. Di meşê de çalakvanan wêneyên aktîvîstên Beluc û pankarta “Dawî li zexta civakî bînin. Lîderên BYC’ê berdin” hilgirtin. Di heman demê de jinan wêneyên kesên ji hêla dewleta Pakistanê ve hatine girtin, di bin çavan de hatine windakirin û aktîvîstên Beluc ên di girtîgehên cuda de hilgirtin.    Piştî meşê, jin li pêşiya Kuluba Çapemeniyê rûniştin û xwestin ku dewleta Pakistanê zextan bi dawî bike û daxwazên gelê Beluc qebûl bike.