Li cihê erdhej û hezazan lêgerîna madenê 2025-08-11 09:36:04 AMED - Di rapora pisporan a têkildarî madena sifirê ya li Taxa Mizakê yê Licê de hate gotin ku qad ji sedî 44 berjêr e û bal kişand ser xetereya “hezazê.” Parêzer Ahmet Înan got ku bi raporên pisporan hatiye belgekirin ku qada projeyê di asta yekemînde cihê erdhej û hezazê ye.  Li gundê Mizak a navçeya Licê ya Amedê xebatên derxistina sifirê ji bo herêmê bûye gef. Di sala 2020'an de ji bo projeyê rapora 'Nirxandina Bandora li Hawirdorê ne pêwîst e' hat dayîn, bi hezaran darên li herêmê hatin birîn. Piştî îtiraza rapora pisporan a piştî lêkolîna yekemîn di 10'ê Kanûna 2024'an de hat amadekirin, Dadgeha Îdareyê ya 4’emîn a Amedê pisporek nû tayîn kir. Di 25'ê Hezîranê de komîteya pispor careke din li herêmê lêkolîn kir.   BANDOREKE XIRAB LI AVA HERÊMÊ DIKE   Li gorî rapora pisporan herêm cihek asê ye û wiha hat gotin: "Di navbera gir û girên asê de newalên kûr hene û berên çemên ziwa hene. Li qadê formasyonên jeolojîk cih digirin, bi tebeqeyên mezin ên ku di nav de xirbe, kevirên sedimenter û zinarên volkanîk jî hene. Xebatên teqandinê yên tê plankirin li cihê madenê werin kirin, wê bandorek xirab li rezervên avê bike." Di dosyaya danasîna projeyê de tê gotin ku ger ziyan çêbibin dê zirara ku hatiye dayîn bidin.    SOZA JI BO HEZAZÊ   Di raporê de ev agahî jî hatin dayîn: "Ji ber ku madeyên bermayî, li dora çem neyên rijandin, beş neyên tengkirin, firehiya niha û kadastralê ya li berçem bê parastin, ti kolandin an jî tijîkirin wê bi kêmanî 20 metre kare ji qûntarên jorîn ên li her du peravên çem destpê bike, bê kirin.  Ti madeyên bermahiyên ku ji ber xebatên hilberînê, xurdeyên hilberînê û hwd dê di nav bejahiyên çem û qiraxên wan de bêne bicihkirin, ji aliyê berpirsyarên kar ve soz hate dayîn ku dê tedbîran di nava herêmê de bigirin da ku rê li ber veguhestina madeyên çopê yên ku di dema xebatên madenê de hatine çêkirin û pêkhatina hezazê bigirin."   PÊVAJOYEKE XAPÎNOK     Serokê Komîsyona Hawirdor û Bajarvaniyê ya Baroya Amedê Ahmet Înan diyar kir ku xebatên şîrketê dikarin li herêmê rê li ber karesatekê veke. Înan hişyariya ku bila karesata Îlîçê ya duyemîn pêk neyê kir û da zanîn ku pêvajoyeke ‘xapînok’ destpê kiriye û wiha got: “Bi awayekî xapînok rapora ku hewceyî bi ÇED’ê nîn e hat derxistin. Me jî îtîrazî vê rewşê kir. Qadeke 700 hektarî ya daristanê heye û xebata projeyê ji sedî 24’ê vê herêmê tê kirin. Bi vê projeyê mafê jiyanê tune tê hesibandin û dixwazin gundiyan koçber bikin. Bi raporeke pisporî hat ragihandin ku qada projeyê di asta yekemîn a erdhêjê de ye û çavkaniyên avê di talûkeyê de ne. Hefteyek piştî rapora pisporan, ava gundiyan qut bû. Niha ava wan nîne. Gundî bi sewalkariyê debara xwe dikin û ger proje destpê bike dê sewalkarî biqede. Ger li vir hezaz çêbibe dê encamên xirab derkevin holê. Axa bi siyanur jî zirarek mezin dide. Divî hemû kes di vê mijarê de hesas bin. Em nehêlin xweza were talankirin.”   MA / Fethî Balaman