Pêşangeha ji bo bîranîna rojnameger Huseyîn Denîz bi dawî bû 2025-08-11 16:11:57   WAN - Pêşangeha Seramîkê ya ji bo bîranîna rojnameger Huseyîn Denîz hatibû vekirin, di roja sêyemîn de bi dawî bû.   Nivîskar û nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz, di 9’ê Tebaxa sala 1992’yan de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di êrişeke çekdarî ya JÎTEM’ê de hate qetilkirin. Di roja şemiyê de ji bo bîranîna Denîz, bi pêşengiya malbata Huseyîn Denîz û Nûnertiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ya Wanê bi dirûşma “Em bîra xwe diparêzin” li Galeriya Hunerê ya Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê,  Pêşangeha Seramîkan hat vekirin. Pêşangeh, di roja sêyemîn de bi dawî bû. Di roja dawî de hevserokên bajar ên DBP û DEM Partiyê, Hevşaredarên Rêya Armûşê Canan Uzunay û Tahîr Şapkaci, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes hatin serdana pêşangehê.    Di pêşangehê de duçerxeyek, rojnameyên belavbûyî û qurnefîlên ku Kadrî Bağdu temsîl dikin, hebûn. Her wiha rojname, wêneyên xebatkarên Ozgur Gundemê yên ku hatine qetilkirin, wênekêş, daktîlo û cîhaza denggirtinê yên Huseyîn Denîz jî hatin nîşandan.    ‘EM Ê HETA DAWIYÊ XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVIN’   Bi boneya roja dawî ya pêşangehê, daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de li ser navê DFG’ê nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Bazîd Evren axivî û di şexsê Huseyîn Denîz de hemû şehîdên Çapemeniya Azad bi bîr anî. Evren, got: “Hêzên tarî 33 sal berê ji bo astengkirina ragihandina heqîqetê, Huseyîn Denîz kuştin. Lê niha bi sedan rojnameger ji bo ragihandina heqîqetê li qadê ne û li ser şopa Huseyîn Denîz û Apê Mûsa ne. Ew, ji bo me nirxên herî giranbûha ne û em ê jî heta dawiyê xwedî li van nirxan derbikevin.”    Keça Huseyîn Denîz, Zozan Denîz jî xêrhatina mêvanan kir û da zanîn ku ew ê heta dawiyê li ser şopa bavê xwe û rêhevalên wî be.   ‘EM DEYNDARÊN ÇAPEMENIYA AZAD IN’    Hevseroka DBP’a Wanê Gonul Uzunayê jî şehîdên Çapemeniya Azad bi bîr anî û da zanîn ku ragihandina heqîqetê li her derê gelek zehmet e. Gonul Uzunayê anî ziman ku Kurd ji bo axa xwe li ber xwe didin û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî di vê berxwedanê de Çapemeniya Azad ji bo ragihandina heqîqetê kedeke mezin daye. Yek ji van kesên kedeke mezin dayî jî şehîd Huseyîn Denîz e. Bedela wê çi bibe jî Çapemeniya Azad dest ji şopandina heqîqetê berneda. Niha jî li cîhan û Rojhilata Navîn dengê heqîqetê ye. Em deyndarên wan in.”    Piştî axaftinan, girse li pêşangehê geriya û pêşangeh bi dawî bû.