OHD'ê bang li dewletê kir: Rêzê ji bo mafê şîngirtinê û definkirinê bigirin 2025-08-12 12:14:36   ŞIRNEX - Şaxa OHD’a Şirnexê bertek nîşanî êrişa polîsan a li dijî merasîma definkirina cenazeyê Ferhat Tunç û êrişa li dijî şîna wî da û got: “Êriş û astengkirin, mînakeke şênber a polîtîkayên zextê yên li dijî gelê Kurd e.”    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Şirnexê, têkildarî êrişa polîsan a li dijî merasîma cenazeyê endamê HPG’ê Ferhat Tunç (Xebat Goyî) ku di 30’ê Hezîrana 2017’an de li Herêma Herekolê ya navçeya Berwarî ya Sêrtê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û astengkirina şîna wî, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi êrişê re mafê şîngirtinê bi temamî ji holê hatiye rakirin.    MAFÊ ŞÎNGIRTINÊ   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êriş û astengkirin, yek ji mînakên herî şênber a polîtîkayên zextê yên dewletê yên li dijî gelê Kurd e. Peywira esasî ya dewletê ew e ku mafên sereke yên gel û azadiyan biparêze. Lêbelê wêneyê li Cizîrê derketî holê, di şexsê malbata Tunç de êrişeke li dijî mafê şîngirtinê yê gel û civaka Kurd, êrişa li dijî mafê oxirkirina gel a zarokê xwe ye. Bi van êriş û astengkirinan re êşa welatiyan, şîn û hafizeya wan hedef hatiye girtin û veguheriye amûra polîtîkaya zextê. Mafê şîngirtinê ne tenê mafekî şexsî ye, di heman demê de bingeha bîra civakî û aştiyê ye. Xespkirina vî mafî, êrişeke li dijî îradeya gel, nasname û çanda gel e. Em bang li rayedaran dikin ku rêzê ji bo mafê şîngirtinê yê gel bigirin û tavilê dawî li polîtîkayên zext û tundiyê bînin. Em bang lê dikin ku li gorî destûra bingehîn û peymanên navneteweyî tevbigerin û rêzê ji bo rûmeta gel bigirin. Mafê her kesî heye ku bi awayekî azad û birûmet şîna xwe bigire û ev maf nabe mijara bazariyan û nayê xespkirin.”