Li Sudanê li dijî kampa penaberan êriş hat kirin: 40 kes hatin qetilkirin 2025-08-12 13:01:30   NAVENDA NÛÇEYAN - RSF’ê êrişî Kampa Penaberan a Ebu Şuk a Sudanê kir. Di êrişê de herî kêm 40 kes hatin qetilkirin û 19 kes jî birîndar bûn.    Koma paramîlîter a Hêzên Piştevaniyê yên Lezgîn (RSF) ku di saetên serê sibehê de êrişî Kampa Penaberan a Ebu Şuk a li nêzî El Faşir a Sudanê kir. Li gorî komên mafên mirovan ên herêmî, di êrişê de herî kêm 40 kes hatine qetilkirin û 19 kes jî birîndar bûne. RSF’ê ku bi ser hinek beşên kampê de girt, welatiyên sivîl hedef girt.    Li kampa behsa xeberê nêzî 450 hezar kesên ji cih û warên xwe hatine kirin dijîn.    ARTÊŞA SUDANÊ DAXUYANÎ DA   Artêşa Sudanê jî daxuyanî da û got ku endamên RSF’ê paşde xistine. Artêşê, diyar kir ku zêdetirî 16 wesayîtên RSF’ê îmha kirine û 34 wesayît jî desteser kirine. RSF’ê hêj der heqê mijarê de tu daxuyaniyên fermî nedaye. Komîteyên berxwedanê yên li herêmê çalak jî li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal êriş şermezar kirin. Waliyê Darfurê Mini Arko Minawi, diyar kir ku El Faşirê li dijî “kesên xiyanet li welat kirine serkeftin bi dest xistiye.”    11 MILYON KES JI CIH Û WARÊN XWE HATIN KIRIN   Di Nîsana 2023’yan de li Sudanê di navbera artêş û RSF’ê de şerekî navxweyî dest pê kir. Di şerê heta niha de zêdetirî 40 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 milyon kes jî ji neçarî koçber bûn. Kampa Ebu Şukê jî yek ji wan kampan e ku şert herî zehmet ên însanî lê tên jiyîn. Li gorî daneyên NY’ê, ji ber şer zêdetirî 11 milyon kes ji cihê xwe bûn. Li gorî texmînên fermî jî herî kêm 30 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane lêbelê ji ber hejmara zêde ya pevçûnan, qeyda miriyan baş nehatiye girtin.    RSF, weke berdewamiya milîsên Cancavîdê yên li Darfurê, di sala 2023’yan de veguherî hêzeke paramîlîter a fermî. Koma bi pêşengtiya General Mohamed Hamdan Dagalo, ji roja destpêkirina şerê li Sudanê heta niha li Yemen û Lîbyayê bi roleke çalak radibe. Şerê îktîdarê yê di navbera artêş û RSF’ê de, yek ji sedema sereke ya şerê navxweyî yê Sudanê tê dîtin.