Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin 2025-08-19 15:44:46   ÎZMÎR - Rojnamegeran ji bo piştevaniya bi Rojnameya Evrenselê re li Alsancakê rojname belav kirin.    Rêxistinên rojnamegeran, ji bo piştevaniya bi Rojnameya Evrenselê re ku li dijî nûnertiya wê ya Îzmîrê êriş hatibû kirin, li ser Cadeya Kibris Şehîtlerî ya Alsancakê rojname belav kirin. Rojnamegerên li pêşiya avahiya OSYM’ê kom bûn, pankarta “Êrişa li dijî Evrenselê gefa li dijî rojnamegeran e. Bila hêzên tiliya wan di êrişê de heye tavilê bên aşkerakirin” hilgirtin. Rojnamegeran gelek caran dirûşmên “Evrensel bêdeng nebû dê bêdeng nebe” û “ Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” berz kirin. Rojnameger, heta Navenda Çandê ya Turkan Saylanê meşiyan.    Nûnerê Îzmîrê yê Rojnameya Evrenselê Ozer Akdemîr di çalakiyê de axivî û got ku ev êriş li dijî mafê agahîgirtinê yê gel hatiye kirin. Akdemîr, xwest ku kesên li pişt tetîkkêş Îsa Can Bîler bên girtin û got: “Polîsan piştî bûyerê tenê cihê guleyan îşaret kirin û agahî nedan me. Dosyaya lêpirsînê weke dosyayeke jirêzê tê dîtin. Lê avahiya rojnameyeke xwedî kevneşopiyeke 30 salan hatiye gulebarankirin. Ji bo kesên li pişt vê êrişê bên girtin em ê tişta ji dest tê bikin.”    Seroka Cemiyeta Rojnamegeran a Îzmîrê Dîlek Gappî jî got ku ew ê li dijî êrişên ser çapemeniyê bêdeng nemînin û got: “Ev güle, ji bo hemû rojnamegerên li pey heqîqetê gef in. Dê dîrok binivîse ku çapemeniya azad bêdeng nebûye.”