Sekreterê Partiya Sor: Divê Ocalan di şert û mercên azad de biaxive 2025-08-25 09:19:14 STENBOL - Sekreterê Giştî yê Partiya Sor Onur Emre Yagan diyar kir ku bisînorkirina hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re zirarê dide pêvajoyê û got: “Divê şert û mercên ku bi Abdullah Ocalan re bi awayekî azad nîqaş bên kirin werin avakirin.”     Sekreterê Giştî yê Partiya Sor Onur Emre Yagan têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû û komîsyona li Meclisê hatiye avakirin, axivî. Yagan, bal kişand ser rola diyarker a Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de û got ku ji bo pêvajoya bi tendurist bidome, divê mercên xebateke azad a Abdullah Ocalan bên avakirin.    Yegen, diyar kir ku Partiya Sor çareserkirina pirsgirêka Kurd weke pêwîstiyekê dibîne û got: “Dibe ku şêwe û naveroka çareseriyê were nîqaşkirin. Lê yek ji pirsgirêkên lezgîn a Tirkiyeyê ku divê tavilê were çareserkirin. Hewceye xwişk-biratî û jiyana demokratîk a di navbera gelên Tirkiyeyê de xurt bibe. Siyasetmedarên rastgir piranî vê meseleyê bi kar tînin û Kurdan weke dijmin nîşan didin. Divê ev rewş ji holê rabe. Em sosyalîst ku ji guherandina îktîdarê berpirsyar in, têkoşîna hevpar a sosyalîst a kedkarên Kurd û Tirk diparêzin. Lê hebûna pirsgirêka Kurd dike ku feraseta neteweperest vê qadê ji bo kedxwariyê bi kar bîne. Lewma girîng e ku ev pirsgirêk were çareserkirin.”    'CIVAK ÇIQASÎ XWEDÎ LI AŞTIYÊ DERKEVE EWQAS DIKARE BI SER KEVE’    Bi domdarî Yegen bi bîr xist ku piştî banga Abdullah Ocalan du gavên şênber hatine avêtin û got: “Yek ji van biryara xwefesixkirin û çekberdanê ya PKK’ê û ya din jî avakirina komîsyona li Meclisê ye. Weke ku çareserî tenê li Meclisê dikare bibe tê nîşandan lê ev xelet e. Dibe ku komîsyon gavekî erênî be lê kêm e. Ji ber ku civak çiqasî xwedî li aştiyê derkeve, dikare ewqas bi ser keve. Lewma divê komîsyon li fikrên rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendîkayên karker-kedkaran, înîsiyatîfên dijî şer û rêxistinên jinan guhdarî bike. Divê komîsyon bi xwe jî di bin venêrînê de be. Pêvajoyeke ku tenê çendek mirov dizanin çi diqewime dibe ku were sabotekirin. Vê jî an îktîdar an jî hêzên nîjadperest dikarin sabote bikin. Ji bo ev nebe jî divê komîsyon piştgiriya qada civakî bigire.”    'DIVÊ MERCÊN NÎQAŞÊN AZAD ÊN OCALAN BÊN AVAKIRIN’     Bi domdarî Yegen anî ziman ku ji bo pêvajo bi tendurist bidome divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên başkirin û got: “Divê Abdullah Ocalan bikare fikrên xwe bi raya giştî re parve bike. Divê di şert û mercên baştir de bikare xwe îfade bike. Divê mercên nîqaşên azad ên Ocalan bên avakirin. Ya din jî em dixwazin rêxistinên jinan bibin hêmayeke çalak a pêvajoyê.”    GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN    Yagan, destnîşan kir ku ji bo pêvajo veguhere çareseriyê divê Tirkiye statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike û wiha pê de çû: “Mimkin nîne Tirkiye li rexekî gefê li ewlehiya Kurdan, Durziyan û Elewiyan bixwe û li rexa din li vir çareseriyê pêş bixe. Divê pêvajo jî bi komîsyonê bisînor nemîne. Divê hêzên pêşverû, şoreşger jî bibin parçeyeke pêvajoyê. Divê girtiyên siyasî yên Kurd bên berdan, bi hezaran gerîla divê bibin parçeyeke pêvajoyê, divê dewlet ji bo gerîlayan yasa û mekanîzmayan ava bike. Ji bo çareseriyê divê ev gav bên avêtin.”    TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DERDORÊN CIHÊKAR    Yegen, got ku divê li dijî derdorên dijminatiyê li Kurdan dike têkoşîna polîtîk were kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Pozîsyona me ne ew e ku em bêşert piştgiriyê bidin tevgera siyasî ya Kurd lê divê di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de em berpirsyartiya şoreşgerî li xwe bigirin. Em mecbûr in li dijî rêxistinên dijbertiya li dijî Kurdan sor dikin jî têbikoşin. Têkildarî pêvajoyê em jî hewl didin nêrînên xwe parve bikin.”   MA / Melîk Çelîk