Ji bo îfadeyê bang li Mucahît Bîrîncî hate kirin 2025-08-26 13:27:30 STENBOL - Parêzerê AKP’î Mucahît Bîrîncî ku Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur OZel gotibû di lêpirsîna ÎBB’ê de ji Mûrat Kapkî 2 milyon dolar xwestiye, ji bo îfadeyê bang lê hate kirin.    Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, ragihandibû ku parêzerê AKP’î Mucahît Bîrîncî, zext li Mûrat Kapkî yê di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatibû girtin kiriye ku îfadeyê bide û bi bedela 2 milyon dolaran jî soza berdanê dabûyê. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê weke gumanbar ji bo îfadeyê bang li Bîrîncî kir.